Cenazeyê dayika Aysel Tûglûk ji ber êrîşa faşîstan nehat veşartin

Cenazeyê dayîka Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk ji ber êrîşa faşîstan nehat veşartin. Cenaze wê sibê li Dersimê were veşartin.

Cenazeyê dayika Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk ku di seatên şevê de wefat kirîbû, piştî merasîma li Mala Cem a Pîr Sûltan a Ergazî ya li Batikenta Enqerê ji bo definkirinê, cenaze şandin goristana li taxa Încekê, lê belê di dema definkirinê de êrîşekî faşîst çêbû û ji ber êrîşê cenazeyê Hatûn Tûglûk nehat veşartin.

Piştî ku êrîş zêde bûn, carek din cenaze birin mala cemê. Cenazeyê Tûglûk wê sibê ji Enqerê bibin Dersimê û li wir were veşartin.