Cenazeyê Atakan birin Antakyayê

Cenazeyê Atakan birin Antakyayê

Cenazeyê Ahmet Atakan ku duh li Armutlu di encama êrîşa bombeya gazê ya polîsan de jiyana xwe ji dest da birin Antakyayê.

Piştî temakirina kar û barên otopsiyê ya Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê, cenazeya Atakan ji aliyê gelek kesî ve hate oxirkirin û birin mala wî taxa Çekmece ya Antakyayê.

Bi hezaran kesî Atakan pêşwazîkirin. Malbatên Abdullah Comert û Alî Îsmaîl Korkmaz jî tevli merasîmê bûn.

Cenazeyê Atakanê 22 salî saet di 16.00’an de ji mala wî hat girtin û birin Goristana Pinarbaşi.

LI 19 NAVENDAN DÊ ÇALAKÎ PÊK WERE

Îro ji bo protestokirina mirina Ahmet Atakan li 19 bajaran çalakî pêk were. Saet di 19’an de li Qada Taksîmê ya Stenbolê, saet di 20.00’an de li Kizilay a Enqereyê, saet di 18.00’an de li Îzmîr, Antalya, Adana, Kocaelî, Gebze, Tarsus, Çanakale, Bolu, bursa, Aydin-Didim, Eskişehir, Çorum, Antep,  Afyon, Trabzon, Balikesir û Bandirma dê çalakî pêk werin.