Cenazeyê Alî Başaran li Dersimê hate veşartin

Cenazeyê welatparêzê Kurd Alî Başaran ê şahîdî ji Qetlîma 38’an a Dersimê re kiriye ku li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê li Dersimê hate veşartin.

Cenazeyê Alî Başaran yê ku yek ji şahidên Qetlîama 38’an a Desimê bû, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê jiyana xwe ji dest dabû, li Dersimê hate veşartin. Di merasîma li Mala Cem hatî kirin de ji aliyê bapirê wî yê Elewî ve dûa hate xwendin.

Wekîlê HDP'ê Alîcan Onlu di merasîmê de axivî û diyar kir ku Başaran emrê xwe ji bo azadiya gelê Kurd daye û wiha got: "Apê Alî şahidê komkujiya 38'an e. Li kû derê berxwedanek hebûya, wî di eniya pêş de cihê xwe digirt. Li Awropayê 40 salan ji bo tevgera azadiyê ked da. Ti carî dest ji têkoşîna azadiyê berneda û pêşengê gelê Kurd bû."

Darbesta bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin, li gundê Mîllî hat veşartin. Rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr jî qurnefîl danîn li ser gora wî.