Cenazeyê Şenyaşar ên bira hatin veşartin

Celal û Adil Şenyaşar ên bira ku li Pirsûsê ji aliyê xizmên namzetê AKP’ê ve di encama gulereşandinê de hatibûn qetilkirin, tevî hemû astengiyan ji aliyê hezarna kesî ve hatin veşartin.

Cenazeyên esnafên bira Celal Şenyaşar û Adil Şenyaşar ên duh zilamên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi çekan li ser wan gule reşandrin û kuştin, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dîlokê, ji aliyê hezaran kesan ve li Pirsûsê hatin definkirin.

Duh Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û zilamên xwe bi keleşan girtibûn ser dikana esnaf Şenyaşar û gule reşandibûn. Di bûyerê de esnafên bira Celal Şenyaşar (35) û Adil Şenyaşar ( 30) û ji xizmên Wekîle AKP'ê Yildiz 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Xizmên Şenyaşar û rêveberên HDP'ê li gel nûnerên rêxistinên civakî bi hezaran kesan piştî cenaze ji Dîlokê wergirtin anîn navçeya Pirsûsê û ji aliyê hezaran kesan ve li goristana Pirsûsê hat defin kirin.

Dayika Celal û Adîl Şenyaşar Emine Şenyaşar di merasimê de axivî û got: “Min bang li wan kir. Min got kurê min dikujin. Lê kes nehat. Tu gunehê kurê min tune bû. Kurê min li dikana xwe rûniştibûn. Kurê min digot Dengê xwe nedin van qatîlan. Ji ber ku kurê min serî li ber wan xwar nekir ew kuştin. 2 zarokên kurê min hebûn."

Dema cenaze hatin defin kirin girsê bê navber dirûşme berz kirin. Piştî cenaze hatin defin kirin parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş jî axaftinek kurd kir û xwest bi serb ji goristanê belav bibin. Erdogmuş, da zanîn ku ev yek ne teslîmiyet e.

Beriya cenaze defin bikin polîsan bi TOMA û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kiribû û demek dirêj alozî derketibûn.