Serokê Meclisa Tirk Cemîl Çîçek derbarê xebatên makeqanûna nû de bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re hate cem hev.
Serokê Meclisa Tirk Cemîl Çîçek der barê xebatên makeqanûna nû de bi serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî re hevdîtin kiribû piştî van jî niha bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re hat cem hev. Wekîlên koma CHP’ê Akîf Hamzaçebî û Emîne Ulker Tarhan jî tevli hevdîtinê bûn û hevdîtin 45 deqeyan berdewam kir.
Piştî hevdîtinê Kiliçdaroglu daxuyanî da û wiha got: “Me destnîşan kir ku mudaxalekirina rêveberiyekê an jî rayedarên partiyeke siyasî ya qanûnê ji bo wê dem qutkirinê ne rast e. Peywira saziya rêveberiyê, ne ku mudaxaleyên saziya qanûnê bike. Berovajî vê jib o qanûnê zemîneke baş bê afirandin.
Çîçek di 11.30’an de dê bi Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş re dê hevdîtina bikin.