Çelîkkan: Ji bo pêvajoyê divê daxwazên Kurdan li ber çavan bên girtin
Çelîkkan: Ji bo pêvajoyê divê daxwazên Kurdan li ber çavan bên girtin
Çelîkkan: Ji bo pêvajoyê divê daxwazên Kurdan li ber çavan bên girtin
Ji heyeta Meclîsa Aştiyê ya li Kobanê û Pirsûsê serdan pêk anîn Çelîkkan diyar kir ku DAIŞ êrîşî rejîmeke demokratîk û azadîxwaz dike û got: “Li Kobanê li gel şer, gel û rayedar bi moral bû. rayedarên Kobanê diyar kirin ku ji bo berxwedanê pêwîstiya wan tenê bi çekan heye. Her wiha me şahidiya qezencên cidî ya têkoşîna 20-30 salî ya tevgera jinên Kurd kir. Dilê gelê Kurd li Kobanê davêje. Nêzîkatiya ku van nenirxîne, bandorek neyênî li pêvajoyê dike.” Çelîkkan bang li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku pêşeroja Kobanê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê gelek girîng e û got divê Tirkiye demildest ji bo berdewama rejîma demokratîk a Kobanê bibe xwedî helwest.
Heyeta Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê li Kobanê û Pirsûsê lêkolîn kirin. Heyetê bi wezîrê xebatê Faruk Çelîk, parlamenterên HDP’ê, rayedarên KCD’ê, Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo, endamên Dîwana Edeletê ya Kantona Kobanê û gel re hate cem hev.
HEWCEDARIYA WAN BI ÇEKAN HEYE
Endamê heyetê Murat Çelîkkan agahî da ANF’ê û diyar kir ku li Kobanê têkoşîneke demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê, azadiyê û gelan tê meşandin û got: “DAIŞ jî zîhniyeteke faşîzan dimeşîne, temsîl dike.”
Çelîkkan diyar kir ku li Kobanê li gel ku şerê dijwar tê meşandin gel û rayedar gelek bi moral bûn û rayedarên Kobanê diyar kirin ku ji bo li ber xwe bidin hewcedariya wan bi çekan heye. Gelê Kobanê dixwaze ku Tirkiye û cîhan bibin xwedî helwestek zelal. Dibêjin ku di destê wan de bi gelek çekan Lİ ber xwe didin. DAIŞ bi çekên ku ji Reqa û Mûsilê desteser kirine şer dikin. Ji ber vê jî dixwazin bi çekên ku dikarin bersiva wan bidin, alîkariyê dixwazin. Cîhanê jî hê ji bo van deran tu alîkarî neşandiye.
ME QEZENCA 20-30 SALÊ DAWÎ DÎT
Çelîkan da zanîn ku şahidiya têkoşîna tevgera jinan û Kurdan a 20-30 salî dawî kirine û got: “Her kes gelek bi biryar bû. Têkçûnê qet nafikirin. Lê bêguman piştgirî pêwîst e.”
Çelîkkan diyar kir ku hevdîtinên li Kobanê di heman demê de der barê pêvajoya çareseriyê de bû û wiha pêde çû: “Geşedanên li Kobanê bandora wê li ser pêvajoya aştiyê yaTirkiyê heye. Lê ya girîng ev e ku Tirkiye li gel kîjan rejîmê xwedî helwest e. Her çiqas
Tirkiye li dijî DAIŞ’ê xwe bide xuyakirin jî ev tê zanîn ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê.
DIVÊ DAXWAZÊN KURDAN BIKIN HESAB
Çelîkkan bi lêv kir ku Kurd bi sedemên mafdar bi dewleta Tirk ne bawer e û got: “Dema em li Kobanê bû topa hewanê li gundekî Tirkiyeyê xist. Kesek birîndar bû. Roja din rayedarên Tirk got ev ne rast e. Ji ber vê jî sedemeke ku Kurd bi Tirkan bawer bike tune. Tişta ku bi çavên xwe dîtin, roja din înkar kirin.
Kesên ji Kobanê tên baweriya wan bi dewletê tune û berê xwe didin şaredariyan, dewlet jî bi şaredariyan re hevkariyê nake. Me bi Wezîr Faruk Çelîk re hevdîtinek kir. Me di hevdîtinê de got ku dilê gelê Kurd li Kobanê davêje, divê ev bê nirxandin, ev nêzîkatî badoreke neyînî li ser pêvajoya aştiyê idke. Got ku divê daxwazên Kurdan bikin hesab û li gorî wê tevbigerin. An jî dê bandoreke neyênî li ser pêvajoya aştiyê bike.
DIVÊ TIRKIYE LIGEL REJÎMA DEMOKRATÎK CIH BIGIRE
Çelîkkan di dawiya axaftina xwe de got: “Pêşeroja Kobanê me demokrasiya Tirkiyeyê gelek girîng e. Me hemûyan eleqeder dike. Divê demildest Tirkiye li gel rejîma demokratîk yanî Kobanê cih bigire. Divê di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de zelal be. Dibêje alîkariyê dide Artêşa Azad a Sûriyeyê lê fikara ku alîkariyê dide DAIŞ’ê heye.”