Çelîk: Komkujiya Vartînîs divê bê ronîkirin

Çelîk: Komkujiya Vartînîs divê bê ronîkirin

Parlamenterê HDP’ê yê Muşê Demîr Çelîk ku doza komkujiya Vartînîs dişopîne, diyar kri ku pêşnûme pirsa ku der barê komkujiyê de dane meclisê bi hinceta ku ‘di hukmên rêzdiknameyê de taybetiyê tê gotin nahundirîne’ hatiye redkirin û wiha got: “Komkujiya

Vartînîs, ji bo Tirkiyeya ku di pêvajoya çareseriya demokratîk de derbas dibe, yek ji demên rûhevhatina dîrokiye. Emê pêşnûme lêklînê bidin meclisê. Her wiha emê belgefîlm bikişînin û ji bo ronîkirina bûyerên wek Vartînîs bang bikin.

Li bajaroka Vartînîs a navçeya Korkut a Muşê di 3’ê Cotmeha 1993’an de komkujiyek pêk hat û di komkujiyê wekê ku PKK’ê kiriye hate nîşandan. Di komkujiyê de ji malbata Ogut 9 kes bi zindî hatin qetilkirin û di komkujiyê de Mehmet Nasir Ogut (43), hevsera wî ya ducanî Eşref Ogut (43),zarokên wan  Sevîn ya 13 salî, Sevda ya 12 salî, Şakîr yê 11 salî, Mehmet Şîrîn yê 8 salî, Cîhan, Aycan û Cîhat yê temenê wan di navbera 1-4’an de diguherî bi zindî hatin şewitandin û qetilkirin.

Aysel Ogut ya ku yekane kesa ji malbatê rizgar bû di 2003’an de ji bo ku berpirsên komkujiyê bên dîtin pêvajoya hikûqî da destpêkirin. Ligel Aysel Ogut beriya 2003’an de jî bi têkoşîna israr ya hiqûqnasan di 4’ê îlona 2013’an de komkujî birin darazê.

Danişîna yekemîn li Dadgeha Cezaya Giran a Muşê hat dîtin lê bi hinceta ewlehiyê doz sewqî  Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê hat kirin û di çarçoveya dozê de gumanbar Fermandarê Bolukê yê Cendermeyan a Hakoyê Bulent Karaoglu, Fermandarê Boluka Komando ya Cendermeyan a navçeya Haskoy Hanefî Akyildiz, Midûrê midûrieyeta Polîsan a Tevgera Taybetî Şerafettîn Uz û fermandarê Qerekolan Cendermeyan a Gokyazi Turhan Nurdogan bêyî girtî tên darizandin.

5’emîn danişîna dozê duh li dadgeha Kirikkaleyê hat dîtin. Di danişîna 4’emîn de biryara gudharkirina şahidan û keş hatibû xwestin û duh ev hat dubarekkirin.  Lê di pêvajoya salekê ya dozê de daxwazên hemû malbata Ogut û parêzeran hate redkirin.

Parlamenterê Muşê yê HDP’ê Demîr Çelîk ku  pêvajoya komkujiyê dişopîne ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku der barê komkujiyê de dê xebatên wan bidome û got: “Bûyera Vartînîs bûyerek siyasiyet û ji ber vê yekê me bir rojeva meclisê. Ji ber ku îdiaya gundiyan nîşan dida ku berpirsê qerekolê di di çalakiyê de cih girtine.  Di îfadeyan de hat gotin ku em organîze hatiye rêxistinkirin û hem jî mudaxaleya agir astengkirine. Me bi pêşnûmepirsekê xwest vê ronî bikin. Lê pêşnûmepirsa me hat redkirin. Xalên der barê rêziknameyê de hincet hat nîşandan û hat redkirin.

DIVÊ TIRKIYE BI DÎROKA XWE RE BÊ RÛ HEV

Çelîk diyar ku encama ku gihiştinê eve ku di pêkhatina Vartîsê de hêzên dewletê cih girtine û wiha got: “Bûyera du li Vartîsê pêk hatibû wekê ku PKK’ê kiriye nîşan dabûn. Lê divê Tirkiye bi dîroka xwe re bê rû hev. Em di pêvajoyeke çareseriyê de derbas dibin. Bi vekirina sala qanûna nû re emê vê carê pêşnûmeya lêkolînê bidin.

Çelîk da zanîn ku gelek komkujiyên weke Vartîsî heta neyê paqijkirin dê karê qirêj yên dewletê bidomin û  got dîlkirian sefîrên Tirk yên li Musulê jî yek parçeyên vê ye.

DÊ BELGEFÎLM BÊ KIŞANDIN

Çelîk bi lêv kir ku divê bûyerên bi vî rengî bên ronîkirin û wiha berdewam kir: “ Li welatê me her ku aştî hatiye xwestin dewlet vê dike. Ji ber vê jî emê belgefîlmekê bikişînin. Bi vê re em bang bikin ku bila hemû komkujiyên wek Vartînîs ronî bibe.