BI DÎMEN

Çelakiyên berxwedana girtîgehan li Ewropayê belav dibe

Li paytexta Fransa Parîs, bajarê Hannover û Weîsenbûrg ên Elmanya û paytexta Awûstûrya Viyanayê berxwedana zindaniyan, bi vedana çalakiyên kon û grevên birçîbûnê yên dorveger tên piştgirî kirin.

PARÎS

Çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 59. ên li girtîgehên li Tirkiyeyê de, li paytexta Fransa Parîsê ji bo bibin dengê girtiyan li pêşiya Parlemetoya Fransayê çalakiyên xwe didimînin.

Çalakiya piştgiriyê ya endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê li pêşiya parlemetoyê ya ji bo greva birçîbûn didome, pankarta “ Berxwedana Girtiyan Di Roja 59. De Ye“ hate vekirin û belavok hatin belavkirin.

Endama Tevgera Jinên Kurd ên Fransa Zozna Serhet axaftinek kir û got: “ Di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de, berxwedana zîndaniyan a di dîroka 1991’an de di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Îro berxwedanekî nû ya dîrokî tê dayîn. Li girtîgehan PKK û PAJK’iyên girtî ji bo tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin bedena xwe dane ber mirinê.

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê Vedat Bîngol diyar kir ku ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re li her devera Fransa çalakî tên lidar xisitin û got: “Ji bo em dengê berxwedêran li tevahî Cîhanê bidin bihîstin, em dikarin zextê li faşîzma AKP-Erdogan bikin, ji bo wê divê em dengê berxwedana zinadanan bigihînin hemû cîhanê û piştgiriyê bidin çalakiya wan.“

Her wiha bang li Kurdistan û dostên wan hatin kirin ku beşdarî mîtînga ku wê li Qada Repûblîqûe ya ku wê saet 17:00’an de bê lidarxistin.

HANNOVER

Kurdistaniyên ku li bajarê Hannover ê Elmanya û derdorî wê dijîn jî, îro bi daxuyaniya ku dayîn çapemeniyê ragihandin ku wê dest bi greva birçîbûnê yabêdem û bidorveger bikin.

Greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger ku 22 Kurdistanî beşdarbû ji bo piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku gihiştiye asta kirîtk, bi danîna konê li Qada Steîntorê ve destpê kir.

Li ser navê komîteya rêxistinkirinê rêveberê NAV-DEM’ê Latîf Karakaş û Devrîm Alp axviî û diyar kirin ku heta ku daxwazên girtiyên siyasî bên qebûlkirinê wê çalakiya xwe bidomînin. Konê li Qada Steîntorê hat danîn di nava du rojan de ji aliyê gelek Kurdistanî hate ziyaretkirin û piştgirî dan çalakiyê.

Çalageran bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindana“, “ Bê Serok Jiyan Nabe“ ve dawî li daxuyaniya xwe ya çapemeniyê anî.

WIESENBÛRG

Li bajarê Wîesnbûrg ê Elmanyayê li Komeleya Piştgirî û Dostên Elman komekî du jê Elman, Tirkiyeyî û Kurdistaniyan pêk dihat, bi armaca balê bikişînin ser berxwedana girtiyan, dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Çalakiya ku îro destpê kir wê roja Yekşemê bi dawî bibie. Çalakgerên ketin greva birçîbûnê wê roja Yekşemê piştî kû encamên referandûma 16’ê Nîsanê bi dawî bû û şûnde wê dawî li çalakiya xwe bînin.

Çalageran bang li her kesê kir ku li hember berxwedana girtiyên ku ev 59 roj in di grevê de ne bi hestyar tevbigerin.

VIYANA

Çalakiya ku bi armaca piştgirîkirin û balê bikişînin ser berxwedana girtiyan a li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya Paytexta Awûtûrya Viyanayê dabû destpêkirin didome.