CDK-F: Sibehê li Qada Repûblîqûeyê kom bibîn

CDK-F’ê, ji bo çalakiya sibehê li dijî komployê ku li Parîsê li dar bixin banga piştgiriyê kir.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), ji bo sibehê Komploya 9’ê Cotmehê protesto bikin, têkildarî meşa ku di serî de li Parîsê bê li dar xistin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku “Komploya ku 9’ê Cotmehê li dijî Rêber Apo hate lidarxistin, îro bi rêbazên cuda dewam dike.” di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Tecrîda ku li dijî Rêber Apo dewam dike, berdewama konsepta komploya navneteweyî ye. Êdî dem demê şikandina vê komployêye û azadkirina Rêber Apo ye.

Di salvegera komployê de divê em jiyanê rawestînin û li gorî wê bikevin tevgerê. Divê em erka xwe ya demê li beramber Rêber Apo bi çalakiyên xwe rexnedayîna wê yekê bidin.”

BANGA BEŞDARIYÊ

CDK-F’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Em bang li hemû gelê welatparêz, hêzên antî-faşîs, hêzên demokratîk-şoreşdar û dostên xwe dikin ku li dijî komploya navneteweyî beşdarî çalakiya meşêbibin.”

Çalakî, wê li Qada Repûblîqûe di saet 14:00’an de bê li dar xistin.