CDK-F: Em bi xurtî tevlî meşên ji bo azadiya Ocalan bibin
CDK-F, ji bo meşên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga tevlîbûnê kir.
CDK-F, ji bo meşên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga tevlîbûnê kir.
Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ku beriya niha bi 19 salan bi komployeke navneteweyî radestî dewleta Tirk hate kirin, hewl hat dayîn gelê Kurd bê tepisandin û tinekirin.
Lê belê Rêber Apo bi gotina 'Li ku dibim bila bibim, bi hemû hebûna xwe ez ê derfetên berxwedanê û şoreşê bafirînin' hem komploya navneteweyî pûç kir, hem jî mîna ku got, li ber xwe da û bi perspektîfa îdeolojîk pêşî li gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd vekir."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, Rêberê Gelê Kurd bi paradîgmaya xwe re, ku li Şoreşa Rojava şênber bû, nîşan da bê çiqasî ji bo jiyana bi hev re ya gelan girîng e û hat gotin, "Ev paradîgmayê li Şengal û Rojava şênber bû. Dewleta Tirk a mêtînger a nekarî xwe li van destketiyên Kurdan û vê paradîgmayê rabigire, ji aliyekî ve Rojava dagir kir, li aliyê din tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şidand û li dijî Rêberê Gelê Kurd dest bi êrîşên tinekirinê kir."
CDK-F ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan, bang li Kurdan û dostên wan kir ku tevlî meşên 28'ê Çileyê bibin.
CIH Û DEMA MEŞ Û ÇALAKIYAN
Li gorî daxuyaniyê, cih û dema meşên li Fransayê bên lidarxistin, bi vî rengî ye:
PARÎS
28'ê Çileyê, roja Şemiyê
Saet: 14.00
Cih: Place bastille
MARSÎLYA
28'ê Çileyê, roja Şemiyê
Saet: 14.00
Cih: Place Cenebier
BORDEAÛX
28'ê Çileyê, roja Şemiyê
Saet: 16.00
Cih: Place de la Bourse