Çawişekî din li Çelê hat kuştin
Çawişê artêşa Tirk ê bi navê Yavûz Mete, ku di şerê 3'ê Îlonê de li Çelê birîndar bû, mir.
Çawişê artêşa Tirk ê bi navê Yavûz Mete, ku di şerê 3'ê Îlonê de li Çelê birîndar bû, mir.
Çawişê Pispor Yavûz Mete ê li herêma Ertoş a navçeya Çelê ya Colemêrgê di şerê 3'ê Îlonê de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin mir.
Di şerê giran ê li Çelê de bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin. Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ji bo 'moralê' bide leşkerên ji aliyê gerîlayan ve hatine dorpêçkirin çû ziyareta wan. Û 3 helîkopterên bi Bînalî Yildirim re çûbû, ji aliyê gerîlayan ve hatibûn îmhakirin.