Çavê Serokwezîrê Tirk ji 3 zarokan zêdetir tiştek din nabîne!

Çavê Serokwezîrê Tirk ji 3 zarokan zêdetir tiştek din nabîne!

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan careke din ji malbatan xwest ku '3 zarokan' çêbikin. Erdoganê ku kuştinên jinan yên ji sedê hezar zêdebûyî û tundiyên li dijî jinê nabîne, îdîa dike ku têkildarî pirsgirêka jinan “pêngavên mîna şoreşê avêtine.”

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan di Civîna Polîtîkayên Malbat û Civakî yên Navnetewî ku li Otela Rixos Grand ya li Enqereyê pêkhat axivî.

Erdogan diyarkir ku, malbat kesayetî û civakî li gel hev digire, civakên ku xwestine malbatê lewaz bikin tunebûne, em weke Partî “Malbatê weke berê bingehîn yê civakê” dibînin. Erdogan got; “Dema ku em ketin rê me got, em muhafizekar demokratîn û me malbat xist hedefa xwe, em bi wê bawerîn ku dayîk meqema ku jinê mezin dike ye.”

Erdoganê ku kuştina jinan ya ji sedê hezar zêdebûyî û ji her çar jinan jinek rastî tundiyê tê ji nedîtî ve hat û îdîakir ku, “Di nava 10 salan de têkildarî pirsgirêka jinê pêngavên mîna şoreşê avêtine.”

Erdogan di axaftina xwe de dîsan behsa “3 zarokan” kir û got; “Pêwîste malbatekî herî kêm 3 zarokên wê heyî ya bihêz hebe. Rêya ku malbatan bihêz dike di vir de diçe. Ji bo gelek bihêz jî ev pêwîste. Yek du zarok îflase. 3 zarok di cihê xwe de jimartine. Pêwîstiya me bi şêniyekî ciwan û dînamîk heye. Tenê yek sirê serkeftina aborî heye. Ev jî mirove. Ger mirov hebe ked heye. Ger mirov hebe sermaye û mezaxtin heye.”