Çapemeniya azad: Li wicdana xwe xwedî derkevin

Çapemeniya azad: Li wicdana xwe xwedî derkevin

Di salvegera operasyona çapemeniya kurd ku hêzên dewleta Tirkiyê bi ser gelek saziyên çapemeniyê de girtibûn û gelek rojnamevan girtibûn de, endamên çapemeniya azad careke din gotin “Em li ser kar in.” Endamên çapemeniyê her wiha banga, “Li wijdana xwe xwedî derkevin” kirin.  

Duyemîn salvegera operasyona ku di 20’ê Kanûna 2011’yan de di bin baneyê KCK’ê de pêk hatibû li ber AZC Plaza bi beşdariya nûçegihan, edîtor, belavkar û rojnamegerên DÎHA, Azadiya Welat, Gun Tv, Şîrketa Belavkariyê Firat, Pel Produksiyon û JINHA’yê bi hat protesto kirin. Li pişt pankartên Cemiyeta Rojnamegerên Azad yê “Çapemeniya Azad bê deng namîne” daxuyaniya tirkî ji hêla Serokê Cemiyetê Hayrettîn Çelîk ve ya kurdî jî ji hêla Rêveberê Cemiyetê Ozan Kilinç ve hate xwendin.

Kilinç operasyona ku bi fermana dewlet û AKP’ê destpê kiribû bibîr xist û wiha got: “Ew roj 46 rojnameger hatin binçavkirin. Em di salvegera operasyonê de carek din vê operasyonê şermezar dikin.” Kilinç rapora CPJ ya derbarê rojnamegerên girtî de jî bibîr xist û wiha pêl da axaftina xwe: “Di rapora derbarê rojnamegerên girtî de Tirkiye welatê yekem e. Ev rewş demokrasiya Tirkiyeyê û nêzîkatiya li hember fikr û ramana azad radixe ber çavan. Li welatên ku demokrasî lê tune be û ji aliyê dîktatoran ve were birêvebirin mirov li wir nikare behsa azadiya fikr û ramanan bike. Li welatên bi wî rengî tê xwestin ku li gorî keyfiyeta dîktator were birêvebirin. Formulasyona vê yekê jî ji demên dîrokê heta roja me ya îro bi ‘yek al, yek welat, yek ziman, yek milet’ hatiye kirin.”

Kilinç daxuyand ku li Tirkiyeyê gelê herî zêde ji vê formulasyonê bi bandor bûye kurd in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Siyasetmedar, parêzvan, xwendekar, rojnameger, kedkar, karker, zarok, jin, pîr û ciwanên gelê kurd ji sala 2009’an û heta roja me ya îro di bin navê operasyonên KCK’ê de bi qirkirineke siyasî re rû bi rû man. Deh hezar mirovên ku bes armanca wan formulasyona yek yek a dîktatoryal ji holê rakirin bû, di zindanan de rehîn hatin girtin.” Kilinç diyar kir ku rojnamegerên efendîtiya dewletê qebûl nekirine her dem bûne hedef û wiha got: “Îro roj jî ev zîhniyet li ser kar e û tevneke qirêj dirêse. Îdîanameya ku ji bo çapemeniyê hatiye amade kirin jî wesîqeya şermê ya Tirkiyeyê û karneya azadiya fikr û ramanê ya li Tirkiyeyê ye. Hevalên me ji ber nebûne karmendên dewletê hatine girtin û tên darizandin. Em vê zihniyetê baş nas dikin.” Kilinç diyar kir ku heman zihniyetê di salên 90’î de rojnamegerên kurd qetil dikir.

Kilinç bilêv kir ku tu daxwaza wan ji dewletê tune ye û bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Hikûmeta AKP’ê her dem dê di wijdanê gel de bê mehkûm kirin. Em bang li raya giştî dikin dîsa bi bîra wan tînin ku kesên ku îro tên darizandin wicdanê we ne. Li wijdanê xwe xwedî derkevin. Divê neyê jibîr kirin ku li welatê rojnameger girtî bin fikr û ramanên azad jî girtîne. Em asareta azadiya fikr û ramanê qebûl nakin. Em esareta rojnamegeran qebûl nakin. Hûn jî qebûl nekin.”

Rojnamegeran bi dirûşma “Çapemeniya azad ranawesite” û çepikan dawî li çalekiya xwe anîn.