BI DÎMEN

Cangoriyên azadiyê li Mulheîm û Mannheîmê hatin bîranîn

Li bajarên Mulheîm û Mannheîm ên Elmanyayê, gerîla û berxwedêrên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Aysel Kûrûpinar (Besê Tolhildan) a li Mûşê di şerê 2'ê Tebaxê yê li dijî hêzên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Mulheîmê hat bîranîn.

Ji bo Kûrûpinar a ji gundê Milyanli ya Pazarcixê, li avahiya Navenda Çanda Elewiyan merasîmeke bîranînê hat lidarxistin û malbata wê jî tevlî bû.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin. Piştre bav û xwişk-birayên Kûrûpinar mafê axaftinê girtin.

Merasîma bîranînê bi xwendina gulbangê dewam kir û dûre sînevîzyonek li ser jiyana Kûrûpinar hat nîşandan.

MANNHEÎM

Li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîmê, ji bo Ramazan Balos (Rizgar Nisêbîn) ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da, ji bo Agît Bîlîr (Ronî Dilşêr) ku di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest da û ji bo Şohret Şen (Yerîvan Kiçî) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Nas û xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dan tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komawê Lokman Aslan axivî. Aslan got, "Şehîd ji bo me nirxên wiha giranbûha ne ku em nikarin dev ji wan biqerin. Em ji bo xeyalên wan ên nîvco temam bikin, heya ku dilopek xwîn di canê me de heye, em ê têbikoşin."

Xizmê Ramazan Balos Cahît Balos jî got, "Biraziyê min şehîdê hemû Kuridistanê ye. Bi azweriya xwe ya azadiyê ku hê di ciwantiyê de pê re hebû, bi bawerî û wêrekiya xwe, her carê, li kû dera Kurdistanê jî bûya tim di nav berxwedanê de bû. Li Nisêbînê piştî ku peywira xwe qedand, dema ku bi şeş hevalên xwe re ji bo têkoşînê ber bi devereke din ve diçû, ji hêla hevkarên dewletê ve bi şeş hevalê xwe re şehîd ket. Bila her kes baş bizanibe em ê li ser şopa wan bin, dilopek xwîna wan li erdê namîne û em ê rahêjin çeka wan."

Piştî malbatên din jî axivîn û merasîma bîranînê bi dirûşma "Şehîd namirin" qediya.

...