Çalakvanên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê li hember nêzîkatiya CPT’ê nerazîbûnên tund nîşan dan
Grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji hêla Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ve, bi mebesta ku bi lezgînî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasîna statuya Şengalê li Strasboûrga Fransayê destpê kiribû, di roja 16’an de didome.
ANF
STRASBOÛRG
çarşem, 7 rezberê 2016, 17:21
Grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji hêla Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ve, bi mebesta ku bi lezgînî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasîna statuya Şengalê li Strasboûrga Fransayê destpê kiribû, di roja 16’an de didome., li dijî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) nerazîbûnên tund hatin nîşandan. Serokê Meclîsê Fîkret Îgrek got ku eger hevdîtin bi Ocalan re çênebe wê çalakiya xwe berfireh bikin, destnîşan kir ku gelek Kurdên Êzîdî dixwazin bêdem tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibin.
MALBATÊN ŞEHÎDAN HATIN SERDANÊ
Malbatên şehîdan îro ji Elmanya, Fransa, Belçîka û Hollandayê hatin serdana çalakvanan. Malbatên şehîdan destnîşan kirin ku wê bi her cure çalakiyan ve piştgiriya daxwazên çalakvanan bikin.
LI DIJÎ CPT’Ê BERTEKÊN TUND
Her wiha, ji ber CPT’ê ya ku li tevahî girtîgehên Tirkiyeyê geriya û serdana Îmraliyê nekir, çalakvanan nerazîbûnên tund danîn holê.
Hevserokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek daxuyaniya CPT’ê nirxand, got wê helwestek wisa qebûl nekin û destnîşan kir ku pêwîst e CPT’e demildest biçe Girava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin.
‘WÊ STRASBOÛRG BIBE KELHA BERXWEDANÊ’
Îgrek diyar kir ku eger ev helwesta wan bidome wê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi berfirehî bidomînin, ragihand ku gelek Kurdên Êzîdî dixwazin bêdem û bêdorveger tevlî greva birçîbûnê bibin.
Îgrek bi lêv kir ku “wê Strasboûrg bibe kelha berxwedanê” û hişyarî da CPT’ê û Konseya Ewropayê ku derhal bikevin nav liv û tevgerê.