BI DÎMEN

Çalakiyên protestoyî yên li derveyî welat dewam dikin

Çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê yên li derveyî welat tên lidarxistin, dewam dikin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê yên li derveyî welat tên lidarxistin, dewam dikin.

OSLO: Li paytexta Norwêc Osloyê, duh li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, semînerek li ser komploya 15'ê Sibatê hat lidarxistin. Siyasetmedar Celalettîn Can li semînerê axivî û anî ziman, siyaseta komployê siyaseteke qirêj, bê exlaq û bê pîvan e. Can bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di komployê de. Siyasetmedar Can got, "Li pişt êrîşên Erdogan ên li dijî Rojava, xweranegirtina li Ocalan heye. Êrîşî hemû berhemên Ocalan dikin. Lê belê hem berxwedana gelê Kurd hem jî berxwedana Serok Apo ya li zîndanê, van êrîşan têk dibin."

FREÎBÛRG: Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Nûda li navenda bajêr standa agahdarkirinê vekir. Jinan li vê derê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser komployê agahî dan. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi heman armancê stand hat vekirin. Berdevkên Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevlî çalakiyê bûn. Tevî belavkirina belavokên li ser armanca çalakiyê, dowîz û pankartên bi nivîsên li dijî komployê hatin vekirin. Di dawiya çalakiyê de çalakgeran çelengek reş danîn ber Konsolosxaneya DYA.

DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, girseya gel ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê saet di 17:00 de li ber Bahnhofê li hev civiya. Li vê derê mîtîngek lidar xistin û piştre bi meşaleyan meşiyan.

HAGEN: Komploya 15'ê Sibatê li bajarê Hagen ê Elmanyayê hat şermezarkirin. Meş bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Fîdan pêk hat. Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, "Serok Apo vîna bi mîlyonan Kurdan e. Di şexsê Rêberê me de qirkirin li gelê Kurd tê kirin. ji ber vê yekê em bang li CPT û hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin, ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê." Di meşê de, komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, bi qîrîna dirûşman hatin şermezarkirin.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, komploy 15'ê Sİbatê bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Mîtînga li Sudtîroler Platzê bi pêşengiya Meclîsa Gel pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Qisekeran li vê derê bi zimanên Elmanî û Kurdî qala pêvajoya komployê kirin û bal kişandin ser rola diyarker a Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd e. Her wiha ji bo azadiya Ocalan bang li her kesî hat kirin, ku hê bêhtir bixebitin.