Çalakiyên li dijî qedexeyê dewam dikin

Çalakiyên li dijî qedexeyê dewam dikin

Bi armanca rakirina qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanya û şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê û Şengalê, li bajarê Elmanya Freiburgê meşek hat lidarxistin.

Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinê ya Freiburgê ve hat organîzekirin. Li gel nûnerên Partiya Çep a Elman (Die Linke) nêzî 400 Kurdistanî û dostên wan ên li Freiburg, Lahr, Emmendingen û Breisachê beşdarî çalakiyê bûn.

Di meşê de dirûşmên "Tirkiye fînanse dike DAIŞ bombe dike", "Faşîst Erdogan" û "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn.

Di belavoka piştî meşê hat xwendin de bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û Şengalê û ji bo mirovên ji ber van êrîşan ji neçarî cih û warên xwe terikandine, banga alîkariya însanî ya lezgîn hat kirin.