Çalakiyên Kurdan li her derê Ewropayê belav bûn

Çalakiyên Kurdan li her derê Ewropayê belav bûn

Li seranserê Ewropayê Kurdistanî bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê li qadan bûn. Di çalakiyan de êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatin neletkirin, bêdengiya raya giştî ya  navneteweyî hate şermezarkirin û berxwedana Kobanê hate silavkirin.

LI DUSSELDORFÊ 10 HEZAR KES MEŞIYAN

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi hewldana dagirkirina kantona Kobanê, piştgiriya gelê Kurd a bi gelê Kobanê yê bi rojan e li ber xwe dide her roj zêdetir dibe. Kurdên li Elmanya li ser banga KCD-E ku ev hefteyeke di nav çalakiyan de ye îro jî li dehan navendan xwepêşandanên protestoyî li dar xistin.

Li Koln û Stuttgart Kurdistaniyan dest bi çalakiya nobetê ya bêdem kirin, li paytexta Dusseldorf a Eyaleta Bakurê Ren Westfalya dehezar kes meşiyan. Kurd, Elewî, Asûrî-Suryanî, Ermenî Elman û Tirkên  li  Koln, Bonn, Aachen, Essen, Duîsburg, Dortmun, Bîelefeld jî dijîn beriya çalakiyê li ber îstasyona trênê ya navendî kom bûn.

Di meşa pêşengiya NAV-DEM de rêxistin û saziyên weke TJB-E, PYD MLKP, ATÎK, ATÎF, AABF, BÎR-KAR, ESU, ADHK, Partîzan, Antîfa AGD- TKÎP, Enternasyonal, New Women, Kadlec piştgirî dan meşê.

Di meşa ku ciwan pir bi hêrs bûn dirûşmayên,  “Bijî berxwedana Kobanê”, “DAIŞ ji Kurdistanê bicehime”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ ê” û “Bijî Piştgiriya Şoreşgerî” hatin gotin. Di tevahiya meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Kaypakkaya, Ernesto Che Guevara, şervanên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.

EM LI HEMBER DAIŞ BIBIM YEK'

Dehezar kesên beşdarî meşê bûn, piştî bi qasî du saetan li navenda Dusseldorf meşiyan li Altstadt mîtîngek li dar xistin. Di mîtînga ku bi rêzgirtinê û çalakiya rûniştinê destpê kir di daxuyaniya li ser navê KCD-E de, hovîtiya çeteyên DAIŞ hat vegotin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dijminê mirovatiyê DAIŞ du hefte ne bi hemû çekên giran êrîşî Kobanê  dikin. Ev çete di serî de jin û zarok dijminên hemû mirovatiyê ne. Êzidîler,Elewî, Xirîstiyan, Kurd  di hedefa wan çeteyan de ne. Îro berxwedana Kurdan a li hember vê hovîtiyê ji bo azadiya van gelan e. Ji ber vê yekê bang li her kesî dikin piştgiriyê bidin Kobanê.”

Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ)  Alî Atalan jî got ku armanca êrîşa DAIŞ a li hember Kobanê êrîşa li hember mirovatî û demokrasiyê ye. Atalan axaftina xwe wiha dewam kir, “Kurd li ser axa xwe dixwazin bi cîranên xwe din av aştî û azadiyê de bijîn. Xwesteka wan ev e. Bi salan ji bo wê têdikoşe. Ya çeteyên DAIŞ êrîş dikin felsefeya jiyana azad e. Îro banga me ya ji tevayî raya giştî ya rojava  re ev e ku li hember vê hovîtiyê xwedî derkevin. Em ji bo  tevayî mirovatiya pêşverû li dijî DAIŞ bibşn yek.”

Li ser navê ATÎK jî  Suleyman Gurcan anî ziman ku pêwîst e her kes xwedî li şoreşa Kobanê derkeve. Li ser navê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî Yadîn Atabey got ku tu eleqeya çeteyên DAIŞ bi Îslamiyetê re nîne û got, “Ew keriyên qatil in. Bi navê Îslamiyetê serê mirovan jê dikin. Ew qatil û sûcdar in.”

Li ser navê Partiya Çep jî Hamdiye Akbayir  di axaftina xwe de di serî de Elmanya bang li welatên Ewropa kir da kul i hember komkujiya Ewropa derkevin.

Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê jî çalakiyeke rûniştinê hate lidarxistin. Girseya gel a ku yek ji qadên herî qelebalix ên Kielê Asmusbremer Platzê li hev civiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakî bi qasî du saetan bi beşdariya bi sedan kes pêk hat û di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

GÎESSEN

Li gel vê li bajarê Gîessen duh bi şev heya saet 01.00’an li ber şaredariya bajêr Kurdên ku çalakî pêk anîn îro saet ji 10.00 virde ji cihê çalakiya xwe berdan cardin berdewam kirin.

BONN

Li bajarê Bonn jî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê bi mîtingekî li navenda bajêr hat şermezar kirin. Di mîtingê de gelê Kobanê û hêzên YPG/YPJ’ê hatin silavkirin, dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ hatin gotin.

FREÎBURG

Li gel vê li bajarê Freîburg Kurdan bi armanca şermezarkirina êrîşên li hember Kobanê li ber şaredariya bajêr çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakiya çepgirên Alman jî destek kir, bi daxuyaniya hat xwendin xwedîderketina li berxwedana li Kobanê destpê kir. Çalakî didome.

DUÎSBURG

Li bajarê Duîsburg êrîşên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk ên li hemberî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi meşekî şermezar kirin. Meş saet 18.30’an destpê kir. Rêxistinên Kurd, Ciwanên Azad, MLKP, Partîzan, ODP, YDG, YS û ji Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi sedan kes tevlî bûn. Di meşê de êrîşên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk li hemberî Kobanê pêk tînin hatin lanetkirin.

KOLN
Konê li Qada Schlossplatz hat vedan di saetên şevê yên duh de Kurdistanî û dostên wan ên herîkîn cihê çalakiyê dirûşmayên piştgiriya bi Kobanê re gotin, komekî ciwanan jî yên li derdorê çalakî temaşe dikirin der barê pêşketinên li Kobanê agahdar kirin.
STUTGART

Di saetên siharê de   bi sedan jin, zarok, îxtiyar û ciwan ên di nava wan de endamên Koma Antîfaşîst a Elman jî heye bi gotina ‘Kobanê ne bi tenê ye’ û biryara wê heya roja Çarşemê çalakiya xwe bêdem berdewam bikin dan.
Çalakiya ji aliyê Kurdistaniyên li derdor û bajêr bi şêweyî zêde ziyaret dikin didome. Wê îro li bajêr saet 17.00’an li Lautenshlager str. mîtingeke girseyî bê lidarxistin.

HANNOVER

Ciwanên Kurd li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê  yên  li ser Kobanê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Çalakiya ciwanan li rastî eleqeyek mezin a Kurdan û dostên Kurdan tê. Kurdistaniyên ku îro ji Celle, Lehrte, Burgdorf, Hameln û Walsrode yê hatin piştgirî  dan çalakiya ciwanan. Tê payin ku greva biçîbûnê  sê rojan berdewam bike.

MANNHEIM

Li  bajarê Mannheîmê yê Almanyayê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Ludwigshafen û Yekitiya Hêza Demokratîk li Abendakademieyê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. Çalakiya ku saet di 14.00 de dest pê kir, dê heta derengiya şevê bidome. Di çarçoveya çalakiyê de belavok têne belavkirin û dosyayek derbarê rewşa Kobanê de pêşkêşî televîzyona Rhein Neckar hate kirin.

KARLSRUHE

Li bajarê Elmanya Karlsruheyê jî ji bo xwedîderketina li Kobanê kon hate vedan. Kon bi hevkariya Navenda Civaka Kurd a Karlsruhe û, sazî û rêxistinên çep ên weke DIDF, MLP-D û  IL- Interventionistische Linke tê lidarxistin û pankartên weke “Piştgiriya bi Rojava re” û “Em komkujiyên li Kobanê şermezar dikin” hatin hildan.

Sazî û rêxistinên çep jî  di çalakiyê de daxuyanî dan û êrîşên li ser Kobanê şermezar kirin.                                                                                         

FRANKFURT

Li bajarê Franfurt ê Elmanya komek ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê avahiya HR3 TV dagir kirin.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, nêzî 10 ciwanên di destên wan de al û dowîz ku ketin avahiya HR3 li vir dest bi çalakiya xwe kirin. Ciwanên ku êrîşên li hember çeteyên DAIŞ bi dirûşmayan şermezar kirin xwestin bi rayedarên televîzyonê re biaxiivin.

LI SERANSERÊ FRANSAYÊ ÇALAKÎ

Piştî bi sedan Kurd li ber Parlamentoya Fransayê heta danê sibê çalakî pêk anîn, îro saet di 16.00 de bi bi hezaran kes, li qada navdar Republique (Komar) li hev kom bûn û dest bi meşê kirin. Meşa ji aliyê Konseya Demokratîk a Kurdan a Fransayê ve hate organîzekirin, ji aliyê rêxistin û partiyên çep ên Frensî û Tirkiyeyi yên weke MLKP, TKIP, DIDF, ADHK, Partîzan, ODAK, Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Dij Kapîtalîstên Nû, tevgerên anarşîst Alternative Libertaire û Comuniste Libertaire, li Dijî Nîjadperestiyê Tevgera Gelan (MRAP) û Komeleya Piştevaniyê ya Fransa-Kurdistanê ve hate destekkirin.

KOMUNÎST, SOSYALÎST Û KELDANIYAN JI BO KURDAN DAXWAZA HEVDÎTINÊ KIR

Hunerên PYD û HDP’ê jî tevlî vê çalakiya girseyî bûn. Beriya meş destpê bike, Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst ya Fransayê (PCF) Pierre Laurant li qada Republiqueyê axaftinekê kir û diyar kir ku ew ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re hatine vê derê û ji hukûmeta Fransayê xwest ku li dijî DAIŞ’ê destekê bide berxwedana Kurdan. Laurent da zanîn ku ji bo Wezareta Derve ya Fransayê hevdîtina bi Kurdan re qebûl bike, wan gelek hewl dane.

Di dema çalakiyê de Şaredarê banliyoya Sarcellesê ya Fransayê François Puppon ê ji partiya sosyalîst tevî nûnereke Keldanî, ji bo Wezareta Derve ya Fransayê hevdîtina bi Kurdan re qebûl bike, hewldanên xwe berdewam kirin.

Çalakgerên ku di destê wan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û YPG’ê hebûn, di Cadeya Renardê re meşiyan û li ber Şaredariya Mezin a Parîsê bi qasî çend deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di dema çalakiya rûniştinê de der barê êrîşên DAIŞ’ê û piştgiriya dewleta Tirk a ji bo vê rêxistina hov de agahî hatin dayin.

Çalakger piştî meşeke bi qasî 40 deqeyan gihiştin Qada Chatleletê û li vê derê axaftin hatin kirin. Axaftina pêşî ji aliyê nûnerê PYD’ê yê Parîsê Xalid Îsa ve hate kirin û diyar kir ku Kurd li Kobanê ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû mirovahiyê têdikoşin.

ADENOT: WEZÎRÊ DERVE SOZA HEVDÎTINÊ DA

Piştre Şaredarê Champigny –Sur-Marne Dominique Adenot ê ji partiya komunîst, axivî û got: “Divê hikûmeta Frensî tavilê dest ji vê helwesta xwe ya durû û ne zelal berde.” Adenot diyar kir ku divê Wezîrê Derve yê Franseyê Laurent Fabius daxwaza hevdîtina bi Kurdan re qebûl bike. Adenot bang li hukûmeta Franseyê kirk u dest ji piştgiriya Erdogan û Tirkiyeyê berdin û ragihand ku ew dê her tim gel gelê Kurd bin. Adenot xwest ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Adenot piştî axaftina xwe ji ANF’ê re axivî û got ku Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabius da xwaza hevdîtina Kurdan qebûl kiriye. Adenot got: “Wezîrê Derve Laurent Fabius duh bi şev daxwaza hevdîtinê ya Kurdan qebûl kir. Ji bo li ser soza xwe bimîne, divê zêdetir zext lê bên kirin.”

Nûnerê HDP’ê Orhan Çelebî jî got: “Gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn ji bo azadiya xwe li qadan e. Şoreş ji Rojavayê Kurdistanê destpê kir û belavî Rojhilata Navîn bû. Ji ber wê jî dixwazin vê şoreşê bifetisînin.”

Her yek ji nûnerên DIDF û ACTIT’ê axaftinek kirin û berxwedana Kobanê silav kirin. Nûnerê Alternative Libertaire Guillaume Davranche jî axivî û got: “Kobanê îro sembola berxwedana Rojava ye. Ger Kobanê bikeve ne tenê Rojava, dê modeleke siyasî û civakî bikeve xeteriyê.” Davranche d estnîşan kir ku ji bo parastina Rojava pêwîstiya Kurdan bi çekan heye.

Çalakî saet di 18.00 bi dawî bû.

LIEGE

Li bajarê Belçîka Lîege li ser banga KCD-E gel daket qadan. Bi sedan Kurdistanî bi pêşengiya jinan heya Qada Katedral meşiyan. Piştî meşê axaftinên hatin kirin de peyama, “Em ê li rex berxwedana Kobanê cih bigirin” hat dayîn.

Girseya li Qada Katedral çalakiya rûniştinê pêk anî, êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê bi dirûşmayan şermezar kir.

Endamên Komeleya Elewiyan a Lîege û Sûryaniyan piştgirî dan çalakiyê.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê jî li ber kanala France 3 TV çalakiya rûniştinê pêk hat. Çalakvanên banga, “Li hemberî komkujiyên li Kobanê çêdibin bêdeng nemînin” kirin, di hevdîtina bi rayedarên televîzyonê re pêk anîn de daxwazên xwe anîn ziman.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse jî çalakiya kon didome. Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ li hemberî Kobanê û piştgiriya bi Kobanê re li Qada Capîtol a Toulousê çalakiya kon didome.

Di çalakiya raya giştî ya Fransa eleqeyekî zêde nîşan kirin gelek belavok hatin belavkirin û agahdarkirin çêbû.

Kurdistaniyên li Toulouse dijîn li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê wê saet 17.00’an meşekê li dar bixin.

NICE

Kurdistaniyên li  herêma Cote d’Azur a başûrê Fransayê dijîn, li balafirteha Niceyê çalakî li dar dixin. Derdora 50-60 Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê bûne, dixwazin çapemenî bê cihê çalakiyê û ji raya giştî ya navneteweyî dixwazin ku li hemberî Kobanê bihistyar bin.

BORDEAUX

Piştî çalakiya konvedanê ya ku 4 roj bûn li bajarê Bordeauxê yê Fransayê berdewam dikir, îro danê êvarê meşek hate lidarxistin. Piştî meşa bi beşdariya derdora hezar kesî pêk hat, li Place de la Victoireyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de dirûşmayên piştgiriya bi berxwedena Kobanê re hatin gotin û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin. Her wiha peyama bi awayê “Ger Kobanê li ber çavên her kesî bê dagirkirin, em jî dê her derê dagir bikin” hate dayin.

ROMA

Çalakî bi pêşengiya Ciwanên Azad, li paytexta Îtalya Romayê, li ber dêra herêma  xweser a Vatîkanê ya li qada turîstîk Saint Pietro ku bi hezaran turîst lê ne, destpê kir. Kurd û dostên wan bi fîtikan bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî DAIŞ’ê şermezar kir. Di çalakiyê de dirûşma “Ascoltaci Papa” ku tê wateya “Papa me bibihîse”  qêriyan.

Ciwanên bi armanca balê bikişînin ser êrîşên li ser Kobanê û şermezarkirina bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî Rojava, dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de pankartên bi Îtalî yên weke “Em hemû Kobanî ne”, “ Bijî YPG” û “Papa me bibihîse” vekirin û nerazîbûn li hemberî bêdengiya raya giştî ya cîhanê dan.

MONTPELÎER

Li bajarê Montpelîer a Fransayê ciwanên Kurd bi armanca balê bikişînin ser êrîşên DAIŞ’ê çalakiyê dagirkirinê pêk anîn.

Di saetên sibê de komeke ciwan kanal Fransa 3 dagir kirin. Komeke ciwan derketin ser avahiya televîzyonê, al hildan û her wiha komek ciwanan jî li ber avahiyê pankarta ku komkujiya DAIŞ’ê şermezar dikir vekirin.

Ciwanan dirûşmayên ku DAIŞ lanet dikin berzkirin û diyar kirin ku li Kobanê gel û şervanên YPG’ê li dijî komkujiyê li ber xwe didin û gotin divê ev bêdengî bê xerakirin.
Her wiha ciwanan li îstasyona Monpelier Saint Roch çalakiyek pêk anîn û daxwaz kirin ku divê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê ev bêdengî bê xerakirin.