Çalakiyên Kobanê li çar parzemînan
Çalakiyên Kobanê li çar parzemînan
Çalakiyên Kobanê li çar parzemînan
Di van rojên dawiyê de hema bêje li hemû bajarên Ewropayê Kurd çalakî li dar dixin. Çalakiyên Kurdan belavî Awustralya, Rojhilata Dûr û Amerîkayê jî bûn. Di hefteyekê de gelek çalakiyên weke meş, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, dagirtin, û konan hatin lidarxistin. Çalakiyên Kurdan dê vê hefteyê jî bidomin.
Êrîşên DAIŞ’ê yên ku ji 15’ê îlonê ve li ser Kobanê dest pê kirin û li rastî berxwedana bêhempa ya şervanên YPG’ê hatin, berdewam dikin. Kurd li seranserê cîhanê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re çalakî li dar dixin û ji hukumet û dewletan dixwazin ku li hemberî êrîşên li ser Kurdan pêk tên bê deng nemînin.
FRANSA
STRASBOURG: Li Strasburg li ber Konseya Ewropa (KE) çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî saet 13.00’an bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kir. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel, endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Uca, siyasetmedar Kemal Bulbul, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, endama Koordînasyona Rojava Sînem Muhammed û hwd. gelek nûnerên saziyan û hunermend amade bûn.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê di daxuyaniya çapemeniyê de axaftinek kir got ku trajediyeke ku tevayî cîhan temaşe dike lê bêdeng dimîne rû dide. Muslim got, “Li Kobanê komkujiyek mirovatiyê heye, ev ne bêalîtî ye. Temaşe kirin jî hevpariya sûc e. Ji bo pêşî li komkujiya mirovatiyê bê girtin, li her deverên cîhanê ku Kurd bikevin nav berxwedaneke topyekûn girîng e.”
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û Hevserokê Kongra Gel Eşbaşkanı Remzî Kartal jî di axaftinên de ji bo Kobanê banga berxwedanê kirin. Sê parlamenterên ji Koma Çep a MPKE çalakvan ziyaret kirin. Li ser navê parlamenteran endamê Partiya Çep Andrej Hunko got, “DAIŞ li Rojava modela hatiye avakirin dike hedef, em di wê baweriyê de ku pêwîst e ev model bêdestekkirin.”
Hunko di dewama axaftina xwe de got kul i rex gelê Kurd û berxwedana Kobanê ne û dirûşmaya, “Bijî berxwedana Kobanê” got.
MARSÎLYA: Çalakiya kon a li Marsîlyayê wê tevahiya hefteyê dewam bike. Li Marsîlyayê wê îro dosyayek pêşkêşî meclîsa herêmî bê kirin. Di dema çalakiyê de wê bi saziyên cuda re têkilî bê danîn û ji wan bê xwestin ku bala xwe bidin Kobanê. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê wê roja Şemiyê jî meşeke girseyî lidar bixin.
Li Marsîlyayê jî, li dû meşa bi beşdariya zêdeyî sê hezar kesî ya duh, çalakiya nobedê dewam dike. Di çalakiya nobedê ya bi beşdariya hejmarek zêde welatparêzên Kurd de, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û ziyaretvan di mijara Kobanê de hatin agahdarkirin
PARÎS: Çalakiya ku wê ji roja Sêşemê heta Şemiyê dewam bike, ji aliyê Navendên Civaka Demokratîk ên li Herêm Parîsê ve tê organîzekirin. Roja Şemiyê jî wê meşek mezin pêk were.
RENNES:Li bajarê Rennesê wê ji roja Çarşemê û pê ve çalakiya kon destpê bike. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Rennesê plan dikin ku roja Şemiyê meşeke mezin plan bikin û wê dosyayê pêşkêşî rêxistinên civaka sivîl ên Fransayê bikin.
LYON: Navenda Civaka Demokratîk a li Lyonê wê roja Şemiyê meşekê lidar bixe. Li ber Walîtiya Draguignanê jî ji roja Duşemê û pê ve çalakiya kon destpê kir.
METZ: Li bajarê Metz ê li herêma Lorrianeyê, di salona bi navê Petit Bois de derbarê rewşa Şengal û Kobanê de panelek hate lidarxistin. Panel ji aliyê Komeleya Moselle ya ji aliyê Meclîsa Gel a Metzê, Elewî, çepgir û komên din ên Tirkiyeyî ve hatiye avakirin, ve hate lidarxistin. Di panelê de bi qasî 200 kes amade bûn û her yek ji Nunertiya PYD’ê ya Brukselê Dara û ji parêzerên Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar axaftinek kirin. Nunerê PYD’ê bal kişand ku li Rojava li hemberî jiyana wekhev a gel û baweriyan, çeteyên DAIŞ’ê bi alîkarîya hêzên paşverû êrîşê Şengalê kirin û diyar kir ku dixwazin bi êrîşkirina ser Kobanê jî komkujiyeke din pêk bînin.
Nunerê PYD’ê Dara bang li hêzên demokrat, çep û elewiyan kir û da zanîn ku têkoşîna li Rojava tê meşandin, têkoşîna mirovahiyê ye. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar jî bal kişand ser êrîşên li ser Kobanê û Şengalê û diyar kir ku êrîşên li ser Kobanê dê bandorê li pêvajoya aşitiyê jî bikin. Şakar destnîşan kir ku gava mijar dibe Kurd, hiqûqa navneteweyî radiweste.
KAMPANYAYA ÎMZEYAN: Koordînasyona Piştgiriya Navneteweyî û ya Kurdisanê (CNSK) ku ji organîzasyonên Kurd û Fransa pêk tê ji bo tavilê Serokkomar Françoîs Hollande bikeve tevgerê kampanyaya îmzeyan destpê kirin.CNSK ji bo hêzên di parastina Kobanê de çek xwestin. CNSK ku ji dehan organîzasyonên di nava wan de Komeleya Piştgiriya Kurdistan-Fransa, Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Partiya Antî-Kapitalîst (NPA) û Konseya Demokratîka Kurd a Fransa jî cih digirin li ser adresa "Change.org" kampanyayek îmzeyan dan destpêkirin. Di mîtinga kampanyayê ya ku xîtabê Serokkomarê Fransa dike, dorpêç û berxwedana li Kobanê hat vegotin û bal kişandin ser êrîşên bi tang, wesayîtên zirxî û topên hewanan. CNSK bal kişand ser rêveberiya xweser a ku Kurdan li Rojava xistiye meriyetê û diyar kir bi parastina etnîk û civakên olî ên cuda li gel wekheviya jin-zilam weke “çavkanî demokrasiyê” bi nav kir. Organîzasyonên di bin banê CNSK de cih digirin wiha ne: “Amis du Peuple Kurde en Alsace, Amitiés Kurdes de Bretagne (AKB), Amitiés Kurdes de Lyon Rhône-Alpes, Association Iséroise des Amis des Kurdes (AIAK), Association de Solidarité France-Kurdistan (FK), Centre d’Information du Kurdistan (CIK), Conseil Démocratique Kurde de France (CDKF), Mouvement de la Jeunesse Communiste de France, Mouvement de la Paix, MRAP (Mouvement contre le Racisme et pour l’Amitié entre les Peuples), Nouveau Parti Anticapitaliste (NPA), Parti Communiste Français (PCF), Solidarité et Liberté (Marseille), Union Démocratique Bretonne (UDB).
ÎTALYA
ROMA: Kurdên li Îtalyay dijîn û dostên wan bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, li paytext Romayê çalakiyek li dar xistin. Tevî Kurdistaniyên li Romayê dijîn, Kurdistaniyên li Grosetto û Cecinayê jî dijîn tevlî çalakiya Kurdan a li Santa Atostori ya li nêzî Qada Piazza Venezia bûn. Di çalakiya bi pêşengiya Navenda Çanda Arerat, tora piştevaniya bi Kurdan re Rete Kurdistan û Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê UIKI ONLUS pêk hat de bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li hemberî êrîşên li ser Kurdan pêk tên bê deng nemînin.
Çalakî roja duşemê saet di 09.00 de pêk hat û pankarta bi awayê “Em komkujiyên li ser Kurdan rawestînin” hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşimên piştgiriya bi Kobanê re hatin gotin û êrîşên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin.
Şandeyek ji organîzetorên çalakiyê, çûn serdana Navenda Têkoşîna li dijî Sucên Herêmî ya girêdayî NY’yê û derbarê rewşa Kobanê de agahî dan. Şandeyê dosyayek pêşkêşî rayedarên saziyê kirin. Şandeyê bi devkî jî ji rayedarên NY’yê xwestin ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Kobanê xwest ku NY bikeve nava tevgerê. Çalakî saet di 14.00 de bi dawî bû.
LI ÎSTASYONA TRENÊ SLOGANA ‘QATIL DAIŞ”: Ciwanên Kurd ên li Romayê jî bi pêşengiya Ciwanên Azad, li îstasyona trenê ya li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn. Çalakî saet di 14.30 de pêk hat. Ciwanên Kurd li ber çavên bi hezaran kesî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê vekirin. Ciwan piştre bi meşekê gihiştin navenda îstasyonê û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Ciwanên Kurd dirûşimên weke “Qatil DAIŞ”, “Bijî Berxwedan YPGê” û “Bijî Kobanê” bi zimanê Îtalî qêriyan.
Roja şemiyê jî, Ciwanên Kurd û dostên Kurdan ên Îtalî bi armanca şermezarkirina bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê li ber Dêra Vatîkanê çalakiyeke protestoyi li dar xistin.
Çalakî bi pêşengiya Ciwanên Azad, li paytexta Îtalya Romayê, li ber dêra herêma xweser a Vatîkanê ya li qada turîstîk Saint Pietro ku bi hezaran turîst lê ne, dest pê kir. Kurd û dostên wan bi fîtikan bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî DAIŞ’ê şermezar kir. Di çalakiyê de dirûşima “Ascoltaci Papa” ku tê wateya “Papa me bibihîse” qêriyan.
ELMANYA
BERLÎN: Jinên Kurd ên Meclîsa Federal a li paytexta Elmanya Berlînê ziyaret kirin der barê Kobanê ya rastî êrîşên çeteyan tê axivîn. Jinên bi alîkarê Serokê Komîsyona Karên Derve re axivîn der barê rewşa dawî de dosyayek dan.Di hevdîtina ji aliyê Meclîsa Jinan a Berlîn a Destdan hat organîzekirin, jinan dosyayek da Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Elman. Di hevdîtinê de ji Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) alîkarê Serok Frez Tnonnes, endamên Partiya Demokratan a Sosyal (SPD) Thorsten Frey, Roderich Kiesewetter û Dr. Johann Wadephul amade bûn.
Di hevdîtînê de ji endamên Komîsyona Karên Derve hat xwestin ku divê dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji DAIŞ re qut bike, di vê mijarê de zext li Tirkiyeyê bên kirin û ambargoya li hember Rojava tavilê rabe. Her wiha hat xwestin ku pêwîste ji bo dorpêça li derdora Kobanê bê şkandin operasyonên bi bandor ên hewayî bên kirin.Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Federal ku endamên Meclîsa Jinan Destdan a Berlîn guhdar kirin gotin ku wê ji nêz ve bi mijarê re eleqedar bibin. Piştî hevdîtinê jinên Kurd ji bo balê bikişînin ser hovîtiya DAIŞ kefenên bi xwîn li xwe kirin û belavok belav kirin.
BOCHUM: Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê (YXK)’ê, li Elmanya avahiya SPD’ê ya di koalîsyona hikûmeta Elmanyayê de cih digire dagir kirin.Di çalakiyê de ciwanên Kurd ên agahî dan ANF’ê diyar kirin ku Elmanya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên ev du hefte ne li dijî Kobanê pêk tên reflekseke biçûk jî nîşan nedaye.Ciwanan gotin ku SPD wek şirikê hikûmetê ji vê polîtîkayê berpirsiyar e û gotin, “Em bang dikin da ku SPD li hember êrîşan dengê xwe derxe, hikûmeta Tirk ji ber hevkariya bi DAIŞ re hişyar bikin.” Ciwanên Kurd diyar kirin ku parlamenterê Bochum SerdarYuksel Kurd e, heta pêre hevdîtinê pêk neynin û SPD helwesteke têr nîşan nede wê dawî li çalakiya xwe neynin.”
Ciwanan xwestibûn SPD li hember êrîşên li dijî Kobanê aşkera helwesta xwe nîşan bide û gotibûn ku heta daxwaza wan bê cih wê çalakiya xwe bidomînin. Du rayedarên SPD bi ciwanan re rûniştin, rayedarekî ji Wezareta Derve jî soza hevdîtinê da.Li gor agahiyên ji ciwanan hatin wergirtin, nûnerê Wezareta Karên Hundir ji bo saet 18.00’ê êvarî randevû daye wan.
KANADA
TORONTO: Çalakiya Kurdan a li Kanedayê li mezintirîn bajar Torontoya ku di heman demê de paytexta Eyaleta Ontarioyê ye, berdewam dike. Çalakî bi beşdariya hemû sazî, komele û rêxistinên Kurdan ên li Kanedayê pêk tê. Roja sêşemê jî, dê hemû saziyên Kurdan li hev bicivin û dest bi hewldanên dîplomatîk bikin.
JAPONYA
TOKYO: Çalakiya ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ve hat organîzekirin, li ber nûnertiya NY ya li herêma Shinbuya ya Tokyoyê pêk hat. Di çalakiyê de Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Japonyayê û oldarên Japon amade bûn. Di çalakiyê de bi pankart û dowîzên hatin vekirin re bal hat kişandin ser êrîş û komujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Kobanê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Çalakgeran bi Japonî û Kurdî dirûşmên "NY cihêkariya nîjadî neke", "NY alîkariyê bide Kurdan", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana Şengalê", "Bijî YPG, PKK", "Bijî Berxwedana Kurdistanê" qîriyan.
Di çalakiyê de heyetek ji Komeleya Çanda Kurd a Japonya û dostên Kurd ên Japon pêk dihat, li ser êrîşên dijminê mirovahiyê DAIŞ ên li dijî Kobanê û Şengalê, dosyayek pêşkêşî NY kir. Di raporê de ji Neteweyên Yekbûyî hat xwestin ku alîkariya lezgîn bide Kurdên li Kobanê û Şengalê yên bi gefa komkujiya DAIŞ'ê re rû bi rû ne.
Di axaftinên bi Kurdî, Îngilîzî, Japonî û Tirkî yên li çalakiyê de, berxwedana gelê Kobanê û şervanên YPG/YPJ'ê hat silavkirin û ji bo rawestandina komkujiyên DAIŞ'ê banga destek û hişyariyê li raya giştî ya navneteweyî û hêzên navneteweyî hat kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.
AWUSTRALYA
SYDNEY: Kurdistaniyên li Eyaleta NSW ya Awustralyayê dijîn, li ber avahiya parlementoya eyaletê ya li Martin Place ya li Sydneyê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re çalakiyek li dar xistin. Kurdistaniyan di çalakiya xwe de bêdengiya hukumeta Awustralyayê ya li hemberî êrîşên li ser Kurdan şermezar kirin û xwestin alîkariya hêzên YPG û YPJ’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, bike.
CANBERRA: Her wiha, Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Brûsk Aeiveri diyar kir ku dê çalakiyeke din a protestoyî li Parlementoya Federal a Awustralya ya ku li paytext Canberrayê ye, çalakiyek li dar bixin. Brusk Aeiveri bang li hemû Kurdistanî û dostên kir ku tevlî çalakiya ku dê roja çarşemê pêk bê bibin.
Kanala televîzyonê ya navdar a Awustralyayê Channel 9 jî roja yekşemê, bernameyek bi qasî 60 deqeyan derbarê berxwedana şervanên YPG û YPJ ya li Kobanê de weşand. Ev bername li rastî eleqeyeke mezin hat.
SWÊD
Li Swêdê jî, piştî bajarên weke Stockholm, Uppsala, Sundsvall û Galveyê, Kurdan li bajarên weke Goteborg û Helsinborgê daketin qadan û nelet li çeteyên DAI’Şê barandin.
GOTEBORG: Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Qada Gotaplatsenê ya li navenda Goteborgê li hev kom bûn û heta Qada Gustav Adolfê meşiyan. Di çalakiyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kurdan hate şermezarkirin û berxwedana Kobanê hate silavkirin.
Kurdan di çalakiyê de bê navber dirûşimên şermezarkirina DAIŞ û hukumeta AKP’ê qêriyan. Di çalakiyê de her yek ji nunerên Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk, Tevgera Goran, YNK, PYD, PÇDK, Partiya Komunîst a Rojhilat, Partiya Edaletê ya Sosyalîstên Swêdê axaftine kir û bal kişandin ser berxwedana YPG’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku çekan bidin YPG’ê. Axaftvanan bi bîr xist ku hukumeta Tirk bi berdewamî çek û cebilxaneyê ji DAIŞ’ê re dişîne û bang li Yekitiya Ewropa û NY’ê kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin daku êdî alîkariyê nede DAIŞ’ê.
HELSÎNBORG: Kurdistaniyên li Helsinborgê dijîn û dostên wan bi meşekê nelet li çeteyên DAIŞ’ê barandin. Çalakî bi beşdariya bi qasî 200 kesî pêk hat û ji Qada Gustaf Adolf heta navenda bajêr berdewam kir. Di çalakiya bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd a Helsinborgê pêk hat, êrîşên çeteyên DAIŞê hate şermezarkirin û berxwedana Kobanê hate silavkirin.
Piştî daxuyaniya ji aliyê Komeleya Jinên Kurd ve hate xwendin, dirûşimên piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hatin qîrîn.