NÛ BÛ

Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin

Çalakiyên greva birçîbûnê bi tevlêbûnên nû berdewam dikin. Girtiyên li Mûgla û Baybûrtê jî ketin greva birçîbûnê.

Diyar bû ku 6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê ev 11 roj in ji ber sedema binpêkirina mafê mirovan a li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Parêzer Gunfer Kardenîz ku bi girtiyan re rûniştî diyar kir, girtî li dijî lêgerîna tazî, hijmardayina li ser piya, dernexistina revîrê, qedexeya hevdîtinê û bi zorê guhdarîkirina strana ‘olurum Turkuyem’ a ji hêla rêveberiya girtîgehê ve, ji 2’yê Nîsanê ve dest bi greva birçîbûnê kirine.

Parêzer Karadenîz diyar kir heta ku binpêkirinên mafan bidomin girtî wê çalakiya xwe bidomînin.

BAYBÛRT

Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Baybûrtê Tîpa F’yê jî ketin greva birçîbûnê. Girtiyan bi rêya malbatên xwe peyam ji raya giştî re şandin û gotin, bi mebesta destekdayina grevên birçîbûnê û şermezarkirina polîtîkayên tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.

Navê girtiyên ku ketine greva birçîbûnê wiha ne: Mûrat Aslan, Metîn Ayna, Serfîraz Demîrel, Zeynep Erdem, Leyla Aşkan, Cîhan  Oner, Sevda Acar, Sevgî Akgunduz, Delîla Roj Erkmen, Neslîhan Çetîn û Nûrcan Ersoz in.