Çalakiya li Sîlîvriyê tevî Rewşa Awarte jî hate lidarxistin

Tevî hemû astengiya çalakiya ku li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê ya ji bo Gerînendeyê Wewşana Giştî ya Ozgur Gundem Zana Kaya, Midûrê Karê Nivîsê Înana Kizilkaya û endama Desteya Şêwirmendiya Weşanê ya rojnameyê nivîskar Asli Erdogan hate lidarxistin.

Çalakiya ‘Nobeta Azadiyê’ ya ji aliyê rojnamegeran ve li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê ya ji bo Gerînendeyê Wewşana Giştî ya Ozgur Gundem Zana Kaya, Midûrê Karê Nivîsê Înana Kizilkaya û endama Desteya Şêwirmendiya Weşanê ya rojnameyê nivîskar Asli Erdogan hatibû destpêkirin bi hinceta Rewşa Awarte xwest kû asteng bikin. Rojnamegeran tevî astengiyên jendermeyan jî, ji bo hevpîşeyên xwe yên girtî ne pifdankên bi renga reng berdan hewayê.

Çalakiya ‘Nobeta Azadiyê” ya ji bo Gerînendeyê Wewşana Giştî ya Ozgur Gundem Zana Kaya, Midûrê Karê Nivîsê Înana Kizilkaya û endama Desteya Şêwirmendiya Weşanê ya rojnameyê nivîskar Asli Erdogan ku li pêşiya Girîtgeha Sîlîvriyê hatibû destpêkirin, leşkeran xwestin ku bi hinceta Rewşa Awarte asteng bike.

Kedkarên çapemeniya azad ji bo daxuyaniya çapemeniyê li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê bidin kom bûn. Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Ûfûk Gollû, KCD, HDP, Dayikên Aştiyê, Rêvebera TGS’ê Arzû Demîr beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyaniya çapemeniyê de pankarata “Bîlîr, Înan û Aslî ne ti tenê ne” hate vekirin. Her wiha di daxuyaniyê de dovîzên mîna “Ozgur Gundem bêdeng nabe” û “Fikra azad nayê bêdengkirin” û dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin qîrkirin. Leşkeran Rewşa Awarte nîşan da û hewl dan ku daxuyaniya çapemeniyê asteng bike û daxwaz kirin ku bi qeymeqam re hevdtînê bikin. Di dema ku hevdîtin bi leşkeran re dihatin kirin girseyê pifdankên ku li ser “Hûn herin, ez ê li gel kameraya xwe şer bikim”, “Ev agir wê we jî bi şewitîne” û “Çapemeniya Azad hê jî dinivîsîne” hatîn nivîsandin ber bi ba kirin.

Endama Desteya Rêveberiya TGS’ê Arzû Demîr bertek nîşanî nêzîkatiya leşkeran da û daxuyanî da. Demîr diyar kir ku ji bo ku em bêjin hevpîşeyên xwe em li gel we ne hatine pêşiya girtîgehê û bi van gotinan bertek nîşan da: “Digotin Rewşa Awarte ji bo derbekarane lê niha li hemberî me bikar tînin. Hem hetine vir bêjin ku li vî welatî rojnamegerî ne sûce, lê hatîn astengkirin.” Demîr destnîşan kir ku tevî hemû zextan jî wê li gel hevpîşeyên xwe cih bigirin. Herî dawî Demîr wiha anî ziman: “Em ê heta dawî li pêşiya avahiyên girtîgehan, edliyeyan bin.”

Piştî axaftinên hatin kirin û şûn de girse bi dirûşmên “Çapemeniya azad bêdeng nabe” li wesayîtên xwe siwar bûn. Polîsan bi gotinên “Em rê nadin ku hûn propagandaya çapemeniya terorîstan bikin.” girseya gel tehdît kirin.