Çalakgerên li Elmayayê ber bi Delmenhorsteyê ve dimeşin

Meşên Dirêj ên li Elmanyayê dewam dikin. Kurdên ku li Bremen û Oldenbûrgê ber bi Delmenhorstê ve ketin rê.

Meşa Dirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xistine didome.

Girseya ku bi beşdariya Kurdistaniyên li bajarê Oldenbûrg û Brenê yê Elmanyayê dijîn li pêşiya gara bajarokê Hûde yê Oldenbûrgê kom bûn, dest bi meşê kirin. Li vir amadekarên meşê daxuyaniyek da û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û destnîşan kirin ku ew vê yekê qebûl nakin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê Ocalan bê azadkirin û got: “Gelê Kurd wê di her şert û mercê de têkoşîna xwe bidomîne.”

WÊ BER BI BEREMENÊ VE DEWAM BIKE

Girseya ku ber bi Delmenhorstê ve ketin rê, di tevahiya rê de belavok belavkirin. Tê payîn ku di saetên li pêşiya me de beşa yekem a meşê ya bi qasî 21 kêlometreyan temam bike. Wê şevekê li Dêra Asurî-Suryanî ya Delmenhorstê derbas bikin. Wê sibehê jî ber bi Bremenê ve bikevin rê.

Girseyê di meşê de posterên Ocalan jî hilgirtin.