CÎK: Gihiştina îslamê ya rewşa îro bi venêrîna jinê diyarker e

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) di peyama xwe ya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de got: “Li gorî me gihiştana rewşa îro ya alema Îslamê û Misilmanan, venêrîna jinan roleke diyarker e."

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek da û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Xudê tiala her tişt cot çêkiriye û kes ji kesê jî mezintir neçêkiriye.”

CÎK’ê bi domdarî got: “Li gorî me gihiştana rewşa îro ya alema Îslamê û Misilmanan, venêrîna jinan roleke diyarker lîstine. Eger ku venêrîna jinê û bîrdoziya wekhevî rûne, ev jî venêrîna Qûranê ye. Wê gelek pirsgirêkên me jî çareser bibin. Em CÎK ji bo mafê jinê yê di Qûran û Îslamê de derxin holê tê dikoşin, divê ev têkoşîn jî tenê ji vo hevalên me yên jin tenê re neyê hiştin. Divê em jî bav, bira, hevalên wê yê dozê, ji bo zilm û bêmafiya li ser tê kirin vala derbixin, li gel wan mil bi mil têbikoşin. Bi hêviya ku jin biçûkneyê dîtin, neyê kuştin, nebin qûrbanên cînayetên hov û bêmaf, mafê wan neyê xwarin, neyên perçiqandin û wekhev cîhanek bidin jiyîn, roja jinê ya hemû hevalên xwe yên jin pîroz dikin, ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku di vê têkoşîna xwe ya bi heq de bigihêjin serketinê.”