CÎK: Divê Kurd, misilman û demokrat li hemberî zilmê bibin yek

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li hemberî xespkirina şaredariyên HDP’ê nerazîbûn nîşanda û bang li hemû Kurd, misilman û demokratan kir, bila li hemberî vê zilmê bibin yek.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) derbarê xespkirina şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im, demokrat im û dîndar im divê vê têkoşînê geş bikin. Gelê Kurd wê xwe birêxistin bike û ew ê tifaqa xwe ya neteweyî pêk bîne û wê vê zilmê ji holê rake. Ev qirkirin e. Bi pûçkirina vê qirkirinê rê wê gelê me aramiyê bi dest bixe.

Têkoşîna li hemberî vê zilmê, peywira sereke ya Misilmanan e. Gelê Kurd divê cudatiyên xwe deyne aliyekî û divê tifaqa xwe geş bike. Yekîtiya neteweyî wê wan ji vê zilmê rizgar bike. Ji zilmê re bibêje êdî bes e, yan na wê ev agir te jî bişewitîne.”