CÎK: Bi hêviya cejnên ku zordarî qediyayî

CÎK'ê Cejna Qurbanê pîroz kir û got, ''Bi hêviya cejnen ku mirov nema bimirin, bi azadî û jiyana bi xwîşk û biratiyê''.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) peyama Cejna Qurbanê weşand.

CÎK'ê cejn li hemû cîhana Misilman pîrozkir û got, ''Dînê Îslamê ev cejn diyarî me kiriye, di şexsê wan mirovan de ku diçine Hecê û ehlê îmanê ne, hînî mirovan kiriye ku  hurmetdar bin ji hemû mirovahiyê û zindiyan re.''

Di peyamê de hate gotin, ''Rojeke wiha ye ku mirov dibine xwîşk û birayên hev, kesek ji kesî ne mezintir e, mafê jinan heye, mal û milkê kesî nayê desteserkirin, faîz nayê xwarin, kesek bi pey heyfê nakeve, zordarî, zilm   bi teqezî û zelal tê redkirin. Bi hêviya ku Misilman hev nekujin, dest li ser mal û milk û namûsa hev nadeynini, li welatê gelê me yê mezlûm û têkoşer jiyaneke azad, cejnên azad bijî, cejn pîroz be.''