Buroyên hilbijartinê yên HDP'ê vala namînin

Rêveberên HDP'yî gotin, Amedî bi coşeke mezin xwe ji 24'ê Hezîranê re amade dikin û buroyên hilbijartinê vala namînin.

HDP di çarçoveya karê xwe yê hilbijartinê de bi rengekî bê navber buroyên hilbijartinê vedike. Rêveberên HDP'ê yên li navçeya Yenîşehîr a Amedê gotin, Amedî bi xurtî tevlî karê hilbijartinê dibin.

Ji rêveberên HDP'ê Şaban Tûrhan bal kişand ser coşa gel a di karê hilbijartinê de û got, "Gel her roj serdana buroyên me yên hilbijartinê dike. Dibêjin ku em ê bi encameke bilind ji bendê derbas bibin. Bi taybetî namzetiya Birêz Selahattîn Demîrtaş gelekî girîng dibînin."

Tûrhan diyar kir ku buroyên wan heta saet 23:00 vekirî ne û got, "Heta saet 23'an mirov tên li buroyên me rûdinên. Em li ser meseleyên welêt, li ser danezana me ya hilbijartinê diaxivin. Mirovên me jî hêvî û bendewariyên xwe yên ji partiyê tînin ziman. Li gorî 7'ê Hezîranê, di nava gel de coşa 24'ê Hezîranê zêdetir e."

Ji rêveberên HDP'ê Mahmût Gezer jî bi bîr xist ku semta ew lê dimînin kozmopolît e û got, "L vê semtê mirovên ji hemû beşên civakê hene. Gelê me ne tenê tê serdana me, her wiha lê pêwîstiyên me jî dipirse. Gelê me bi erk û berpirsyariya xwe radibe. Buroyên me yên hilbijartinê vala nahêle."