Bûldan û Sancar: Çareserî bi tifaqa demokrasiyê dibe

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rêbazên şerê taybet hewl dide welêt bi rê ve bibe û gotin, "Pirsgirêk bi tifaqa demokrasiyê çareser dibe."

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi endamên çapemeniyê yên welatên cuda li oteleke li Taksîm a Stenbolê civiyan.

BÛLDAN: ERDOGAN BI 'ŞERÊ TAYBET' WELÊT BI RÊ VE DIBE

Bûldan anî ziman, Tirkiye di nava krîzên piralî de ye û çavkanî jî ji bo şer tên bikaranîn. Bûldan diyar kir, Erdogan hewl dide bi polîtîkayên şerê taybet welêt bi rê ve bibe, bal kişand ser têkçûna aboriyê û got, "Bi taybetî bandoreke giran li karsaz û esnafan hatiye kirin. Pirsgirêkeke giran li hemberî civaka Tİrkiyeyê heye ku jê re sînorê birçîbûnê jê re tê gotin. Çavkaniya van pirsgirêkan hemûyan, krîza rênevebirina welêt a AKP-MHP'ê ye."

Bûldan destnîşan kir ku li gel krîza aborî krîza siyasî jî giran dibe û wiha dewam kir, "Bi taybetî dema dawî zextên li ser HDP'ê, êriş û gefên girtina HDP'ê, metirsiya rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ji aliyê AKP û MHP'ê ve gelekî tê bilêvkirin. Ji bo rastiya xwe ya ku nikarin bi rê ve bibin û krîzên xwe binixumînin êrişî HDP'ê dikin. Di demekê de ku ji aliyê qanûnî ve girtina partiyan hatiye zehmetkirin, gefa girtinê li HDP'ê dixwin. Yên ku vê gefê dixwin divê zanibin ku HDP sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê ye. Bi milyonan mirovî dengê xwe dane HDP'ê. Lewma girtina HDP'ê bi kêrî kesî nayê. Wê krîzên heyî yên li Tirkiyeyê girantir bike."

'SEDEMA BINGEHÎN A KRÎZÊ, PIRSGIRÊKA KURD E'

Bûldan destnîşan kir ku sedema bingehîn a krîzan, pirsgirêka Kurd e û got, "Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de divê rê û rêbazên cuda bên ceribandin." Bûldan diyar kir ku wan timî ragihandine ku pirsgirêka Kurd tenê bi rêyên aştiyane û diyalogê dikare bê çareserkirin û pêvajoya aştiyê ya 2011-2015'an mînake ji vê yekê re.

GEFA JI BO GIRTINA PARTIYÊ

Bûldan anî ziman ku girtina partiyê tevkariyê li çareseriya pirsgirêkan nake û wiha dewam kir, "Dixwazim hûn zanibin ku em ji kevneşopiyeke welê tên ku herî zêde partiyên wan hatine girtin û yên nû hatine vekirin. Rakirina mafê destnedana parlamenteriyê û girtina wan jî bi heman rengî ye. Niha gelek parlamenterên me girtî ne. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevşaredarên me girtî ne."

Bûldan diyar kir ku divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş tavilê bi cih bê anîn û wiha dewam kir, "Bêguman dixwazim bêjim ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Demîrtaş ji bo Tirkiyeyê biryareke gelekî girîng e. Bicihanîna vê biryarê ne tenê ji bo Demîrtaş her wiha wê bandorê li gelek mirovên girtî bike. Lê belê Tirkiye vê biryarê bi cih nîne, nas nake. Halbûkî ev biryar wê ji gelek aliyan ve bi kêrî Tirkiyeyê bê. Ji bo çareserkirina krîzên heyî biryareke girîng e, lê hîn jî nehatiye bicihanÎn."

SANCAR: EM DI DEMEKE KRÎTÎK DE NE

Hevserokê Giştî ya HDP'ê Mîthat Sancar jî ragihand ku ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve Tirkiye di nava krîzên piralî de ye û destnîşan kir ku krîzên herî girîng jî yên demokrasî û hiqûqê ye. Sancar anî ziman ku krîzên heyî bi hev ve girêdayî ne û got, "Krîza demokrasiyê tê wê wateyê ku bermahiyên dawî yên demokrasiyê jî li Tirkiyeyê ji holê tê rakirin. Berê Tirkiyeyê demeke dirêj e li otorîterbûyînê ye. Demokrasî roj bi roj zerarê dibîne. Em niha hatine pêvajoyeke krîtî. Sala 2021'ê wê bibe saleke girîng ku tê de diyar bibe, pêvajoya otorîterbûnê wê mayinde bibe yan jî bi dawî bibe."

'PIRSGIRÊK BI TIFAQA DEMOKRASIYÊ ÇARESER DIBE'

Sancar diyar kir ku li gorî HDP'ê di serî de pirsgirêka Kurd pirsgirêkên civakî û siyasî tenê bi pîvanên siyaseta demokratîk dikarin çareser bibin û got, "Biryardariya me ya di siyaseta demokratîkbûnê de, biryardariya me ya ji bo mezinkirina tifaqa demokrasiyê dewam dike. Ev desthilatdarî ji bo hebûna xwe dewam bike xwe ji demokrasiyê vedigire, bi zext û cezakirinê tevdigere. Li gorî me ev feraset wê krîza li Tirkiyeyê girantir bike, pirsgirêkan mezintir bike. Ji ber vê yekê em çareseriyê di nava tifaqa demokrasiyê ya berfireh de dibînin. Karên xwe jî di vê çarçoveyê de dikin."

Civînê piştre bi pirs û bersivê dewam kir.