Bûldan li Manîsayê bi gel re civiya

Li Manîsayê Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan ji aliyê hezaran karwanê wesayîtan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Hevseroka Giştî ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û şandeya pê re di çarçoveyê bernameya Herêma Egeyê de, ji Îzmîrê derbasî Manîsayê bûn û ji aliyê bi hezaran karwanê wesayîtan ve hate pêşwazîkirin. Buldan û şandeya pê re li nava  bajêr tûr avêtin û welatî silav kirin. Welatiyên karwanê  HDP’ê dîtin daketin kolanan, bi nîşaneyên serketinê karwanê wesayîtan silav kirin.

Di dema derbasbûna karwanê wesayîtan de  welatî derketin balkonan, li çepikan xistin û gotin “Hûn bi xêr hatin.” Ajokarekê taksiyê pêşiya konvoyê girt û xwest bi Bûldan û şandeya pêre re selfîe bikêşe. Piştî tûra konvoyê ya nava bajêr Bûldan wê li navçeyên Golmarmara, Saruhanli û Tûrgûtl^ju bi gel re bên gel hev û li navenda HDP’ê ya Manîsayê jî wê beşdarî bernameya danasîna namzetên parlamenteriya HDP’ê yên Manîsayê bibe.