Buldan:Kurd serê xwe ji Erdogan re natewînin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Kocaeliyê tevlî civîna gel bû, ku Rêxistina Bajêr a HDP’ê bi çarçoweya kampanyaya hilbijartinê hazir kiribû.

Li gel Buldan parlamenter û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiyê û Meclîsa Partiyê jî hazir bûn.

Buldan li ser mijarên rojevê di civîna gel de axivî.

Buldan bal kişande ser biryara hilbijartinê ya AKP-MHP’ê ya  bi rengê ku bi ser deverekê de bigirin û got, ev rewş nîşan dide ku polîtîkayên xwe yên zilm, tundî û zextê wê zêdetir bikin û bidomînin.

Buldana got AKP ji roja ku hatiye damezirandin û heta niha ti aramî nedaya civakên Tirkiyê û tenê pere daye alîgirên xwe, tenê kiriye ku ew jê sûd werbigirin û diyar kir hikûmeta AKP’ê hem li dijî Kurdan û hem li dijî nasnameyên etnîk û mezhebên dî ye jî.

Buldan  di axaftina xwe de bal kişande ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê û got, ‘’Darbe li encamên hilbijartinê ya 7’ê Hezîranê kirin û dîsa welat birin hilbijartinê. Piştî vê jî li qedexeya derketina derve ragihandin. Li Şirnex, Sûr, Nisêbînê komkujî kirin, malên wan şewitandin, hilweşandin. Bi wê mantiqê tevgeriyan, ‘’heke em van deran hilweşînin em ê Kurdan  sirgûnî devereke dî bikin lê Kurdan li dijî vê bûne yek û dev ji xwe bernedan.’’

‘KURD SERÊ XWE JI KESÎ RE NATEWÎNIN’

Buldan bi domarî got: ‘’Ev têkoşîn xwedî dîrokeke birûmet e. Berdêla wê çendî giran be jî em ê bidomînin. Kurd Silêman Demîrel, Tansû Çîller, Kenan Evren nas dikin. Li ber van serê xwe netewandin. Kurd ev 40 sal in dibêjin ku ew serê xwe ji kesî re natewînin. Ji niha û pê de li ber Reccep Tayyîp serê xwe natewînin.’’

DIVÊ EM LI QADAN NÎŞAN BIDIN KU EM SERÊ XWE NATEWÎNIN

Buldan bal kişande ser 1’ê Gulanê û got, ‘’Divê em li qadan nîşanî AKP’ê bidin ku serê xwe jê re natewînin. Me 8’ê Adarê ev kir, Newrozê me ev kir û bi 1’ê Gulanê divê em tacîdar bikin. Em hemû 1’ê Gulanê em ê li qadan û medyanan bin.’’