Bûldan: Jin wê bi HDP’ê re welat bi rê ve bibin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku berpirsê qetîlamên li ser jinan desthilatdariya AKP û MHP’ê ye û li Kurdistanê polîtîkayeke taybet tê kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku berpirsê qetîlamên li ser jinan desthilatdariya AKP û MHP’ê ye û li Kurdistanê polîtîkayeke taybet tê kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna Koma Jinan a Parlementoyê ya partiya xwe de axivî. Beriya civînê sînevîzyona li ser têkoşîn û berxwedana jinan hate nîşandan.
Bûldan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir, siyasetmedarên jin ên di girtîgehan de, jinên Rojava, dayikên Şemî û Aştiyê silav kir.
‘VÊ PÊVAJOYÊ HERÎ ZÊDE BANDOR LI JINAN KIR’
Bûldan diyar kir ku pêvajoya şewbê herî zêde bandor li jinan kir û got, “Ji ber ku li her dera dinyayê beşa herî hejar mixabin jin in. Herî zêde jin bêkar mane û ji karên xwe bûne. Li Tirkiyeyê jî ev krîz bi pandemiyê re zêdetir bûye. Di astengkirina derketina derve de barê nexweş, astengdar, kal û pîran û karê malê ketiye stûyê jinan. Di vê pandemiyê de desthilatdariyê tu piştgirî neda jinan û bi ser de ev krîz ji xwe re kir firsend.
Di desthilatdariya mêran de ne ji bo civakê û ne jî ji bo jinan pergaleke aram û wekhev çênabe. Siyaseta wan bêtir şîddet, kaos û talanê ava dike. Ji bo domandina desthilatdariya xwe ya mêrane jin bêtir hejar kirin. Berevajî wê dinya li ser keda jinan hatiye avakirin. Jiyan bi jinan heye û bi jinan re mezin dibe.”
‘HDP CIHÊ JIN Û GELAN E’
Em bi têkoşîna heqê hemû dilopek xwêdana jinan a di nav malê û derveyî malê dipirsin. HDP bêtî tirs û fikar bi tenê li bal gel cih digire û dibe dengê jinan. Em bi hemû ked û rêxistinbûna xwe ji bo avakirina desthilatdariya gel, kedkar û jinan hene.
Em ê dawî li desthilkatdariya talanker a di ekonomiyê de bînin. Em ê kar û nan ne ji bo beşeke dewlemendan lê ji bo gel û jinan pêk bînin. Em ê destûrê nedin ku ked û hilberîna jinan were desteserkirin. Li hemberî kesên bêkarî û hejarî ava kirine, em ê li dijî hejariyê têbikoşin.
BERPIRSÊ QETLÎAMAN DESTHILATDARIYA AKP Û MHP’Ê YE
Bi pandemiyê re şîddeta mêran a li ser jinan zêdetir bûye. Her roj jinek ji aliyê mêran ve tê kuştin. Qetlîamên li ser jinan ên di hefteya 8’ê Adarê de gelekî hovane ye. Jineke 92 salî hate tecawizkirin û kuştin. Berpirsê vê rewşê desthilatdariya siyasî ye. Peywira desthilatdariyê ne weşandina peyamên şermezarkirinê ye. Divê desthilatdarî pêşiya van cînayetan bigire û ceza li kujeran bibire. Bêcezahiştin kujeran teşwîq dike.
Di çalakiyên 8’ê Adarê de polîsên AKP’ê êrîşî jinan kir, bi porê jinan girt û ew bi erdê ve kaş kirin, êrîşî LGBTÎ’yan hate kirin Ev jî şîddeta mêran û dewletê nîşanî me da. Li ser hevşaredara me ya Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû lêgerîna bi tazî hate ferzkirin. Em heman ferasetê di kampanyaya desthilatdariyê de jî dibînin çawa êrîşî Peymana Stenbolê dikirin. Navê vî tiştî dijminatiya li hemberî jinan e.
LI DIJÎ JINÊN KURD POLÎTÎKAYÊN TAYBET TÊ KIRIN
Li bajarên Kurdistanê jî rewş ne cihê ye. Li herêmê sûcên ku hêzên ewlekariyê dikin roj bi roj zêde dibe. Em dizanin ku ne tesaduf e ku li ser dozên hêzên ewlekariyê yên li dijî jinên Kurd biryara veşartîbûnê tê dayîn. Dewlet dixwaze bi bêcezatiyê kujeran veşêre. Şîddeta li ser jinan çawa polîtîk be, şîddeta fermî ya li ser jinên Kurd jî wekî polîtîkayeke taybet tê meşandn. Lê divê were zanîn em ê hesabê van sûcan di zemînên hiqûqî û siyasî de bipirsin. Wê sûcên we veşarî nemînin wê jin nehêlin ev tişt pêk were.
A niha derketina qala plana çalakiyên ji bo mafên mirovan dikin. Hûn berê qanûnan pêk bînin û li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin. Berê Peymana Stenbolê pêk bînin. Divê berê biryarên DMME were pêkanîn. Divê dawî li êşkence, bêedaletî û bêhiqûqtiyê were dayîn. Piştre rabin qala mafên mirovan û reforma hiqûqê bikin. Wekî hûn dizanin li girtîgehan lêgerîna bi tazî zêde bûye. Di heman demê de li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan jî zêdetir bûye. Li Îmraliyê tecrîdeke mezin heye. Ji bo rakirina tecrîdê girtî 103 roj in di greva birçîbûnê de ne. Roja ku Erdogan plana çalakiyan eşkere kir dayikên endamên MEBYA-DER’ê ên ku li gorên zarokên xwe digerin hatin girtin. Meryem Soylû ya 78 salî û Hatûn Aslan a 72 salî hatin girtin. Em bang dikin, wan dayikan berdin, dawî li vê zilmê bînin. Tekane sûcê wan dayikan ev e ku aştiyê dixwazin.
SAZIYÊN JINAN KIRIN HEDEF
Ji bo tasfiyekirina pergala me ya hevserokatiyê her cure bêhiqûqtî kirin. Li şaredariyên me bi sedan saziyên jinan girtin. Armanca wan diyar e dixwaze şîddetê teşwîq bikin. Mafên perwerdehiya bi zimanê zikmakî tune tê hesibandin. Li tu saziya dewletê bi Kurdî xizmet nayê dayîn. Ew dibêjin qey siyaseta HDP’ê asteng bikin wê têkoşîna jinan bidin sekinandin. Em têkoşîna jinan mezin dikin û dixwazin destkeftiyên jinan mîsoger bikin.
Ez bang li hemû jinên di parlementoyê de dikim, werin em parlementoyê bikin meclîsa jinan! Ji bidawîkirina şîddetê heta pêşîlêgirtina hejarbûna jinan, em ji bo hemû pirsgirêkên xwe çareseriyan ava bikin.
Ez bang li hemû jinan dikim, piştgiriya HDP’e tê wateya bersiva herî xurt a desthilatdariya ku dijminatiya jinan dike. HDP destkeftiya têkoşîna jinan e. Ev desthilatdarî çi bike jî wê nikaribe pêşiya jinan û HDP’ê bigire. Jin tevî HDP’ê wê welat bi rê ve bibin.”