Xebatên HDP’ê yên di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de didomin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navçeya Nazîllî ya Aydinê axivî.
Bûldan di axaftinên xwe de bal kişand ser van xîsûsan:
“Ev sê roj in em li Egeyê ne. Li Îzmîr, Manîsa û Aydinê ji derveyî HDP’ê ti partî li qadan nîne. Yekane partiya ku dixwaze Erdogan biçe HDP ye. Ji ber ku AKP’ê li vî welatî ji derveyî zilmê ti tişt nedaye Kurdan, Elewî, jin, ciwan û beşên din.
7’ê Hezîranê HDP bû hêviya vî welatî. Serkeftina me ya 7’ê Hezîranê hezim nekirin. Ji bo vê 1’ê Mijdarê çûn hilbijartinê. Di navbera 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê de zilma herî mezin li Kurdan kirin. Sûr, Cizîr, Gever û Silopyayê hilweşandin. Li van bajaran welatiyên me bi saxî şewitandin. Hevşaredarên me yên ku bi vîna gel hatin hilbijartin qeyûm wezîfedarkirin. Parlementerên me hatin girtin. Ji ber ku me di siyaseta demokratîk de israr kir.
Her ku wan xwest me tine bikin me ji nû ve şîn bûn. Em li qadan in, kolanan in, di nava siyasetê de ne. Em li vir soz didin em ê 24’ê Hezîranê di serî de Selahattîn Demîrtaş û hemû hevalên xwe yên din ji zindanê azad bikin.
24’ê Hezîranê fersedekî dîrokî ye. Em vê fersendê ji dest bidin, êdî fersendekî wisa bi destê me nakeve. Em li dijî yek kesî piranî, li dijî faşîzmê demokrasî , li dijî esaretê azadiyê diparêzin.
Divê 24’ê Hezîranê HDP bi awayekî xurt biçe parlementoyê. Em hêviya wî welatî ne. Baweriya gel in, em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî. Ji bo vê divê HDP biçe parlemetoyê.
Namzetê HDP’ê yê Aydinê Birêz Ferhat Tunç emanetî we ye. Em di wê hêviyê de ne ku hûn xwedî li hemû namzetan derbikevin.
Di rojên dawî de divê em tax bi tax bigerin. Em li derê her kesî bixin. Em ê lîstikên li ser HDP’ê tê lîstin têk bibin. Dixwazin me li bin bendê bihêlin. Dixwazin dengê gel bidizin, lê gelê Aydinê rê nade vê. Gelê Nazîllî rê nade vê.
Em ê aştî, edalet û yekîtiyê bînin vî welatî. Em ê bi hev re bi ser bikevin,"