Bûldan: Em ê aştiyê bînin welat!
Bûldan: 24’ê Hezîranê hilbijartineke ku wê qedera me diyar bike. Ev hilbijartin wê qedera gelên Tirkiyeyê biguhere. Ji bo wê ji me ditirsin. Ji Salahattîn Demîrtaş û HDP’ê ditirsin.
Bûldan: 24’ê Hezîranê hilbijartineke ku wê qedera me diyar bike. Ev hilbijartin wê qedera gelên Tirkiyeyê biguhere. Ji bo wê ji me ditirsin. Ji Salahattîn Demîrtaş û HDP’ê ditirsin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Manîsayê bi gel re civiya.
Bûldan di axaftinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Mirovên ji bawerî û mezhe û rengên cuda yên mirovan li Manîsayê dijîn. Koçer, Efe, Kurd Tirk ên li Manîsayê dijîn rengên HDP’ê pêk tîne. Rengê HDP’ê rengê Manîsayê ye. Ev reng wê biçin parlementoyê. Ev reng wê nûnertiya parlementoyê bikin. Em di wê hêvî û baweriyê dene li Manîsayê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hem ji bo parlemetoyê û me jî ji bo serokkomariyê li benda dengên zêde ne.
Sedemê qetlîama Soma û qetlîama Roboskiyê, dîsa qetlîamên li çar aliyên Tirkiyeyê diqewimin AKP ye. Me soz daye malbatên kesên li Roboskiyê, Soma, Pirsûs dîsa Enqerê jiyana xwe ji dest dane û me gotiye; ‘24’ê Hezîranê ji bo AKP’ê temam e’, me soza bidawî anîna wan daye.
Her kesên ku biratî û aştiya vî welatî dixwazin li girtîgehê ne. Tirkiye bi Rewşa Awarte tê bi rê ve birin. Bi BHQ’ê bi sedan akademîsyen ji kar hatin dûrxistin. Parlemeter, hevşaredar hatine rehîngirtin. Em di demokrasiyê de bi israr in. Pêwîstiya vî welatî bi aştî û biratiya gelan heye.
24’ê Hezîranê hilbijartineke ku wê qedera me diyar bike. Ev hilbijartin wê qedera gelên Tirkiyeyê biguhere. Ji bo wê ji me ditirsin. Ji Salahattîn Demîrtaş û HDP’ê ditirsin. Ji ber ku ji Demîrtaş ditirsin ku rehîn girtine. Ji ber ku ewqas ji wan ditirsin ku dixwwazin siyaseta demokatîk tesfiye bikin.
Tevî hemû zext û zordariyên tên kirin jî em xebatên xwe bi biryardariyeke mezin dikin.
Niha ji bo em bi ser nekevin sindoqan vediguhêzin. Ji bo HDP di bin benda hilbijartinê de bihêlin sindoqên dengan vediguhêzin ku HDP’yî neçin dengên xwe bikar neînin. Em carekî din soz didin, sindoqan bibin fezayê, dîsa bibe Qesrê jî wê gelê me biçe dengê xwe bikar bîne. Em ê vî welatî biguherin.
Her ku em di aştiyê de bi israr in, ew jî di polîtîkayên şer de bi israr in. Her ku em dibêjin biratî, ew cihêtiyê dikin. Nexasim em ê 24’ê Hezîranê û şûnde li gel HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş ji bo wî welatî aştî, azadî, demokrasî, ji bo jinan û ciwanan azadiyê bînin.
Em hêviya jiyanê ne. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Em li pişt gotina xwe ne. Em ê şev û roj kar bikin, mal bi mal, kolan bi kolan bigerin. Em her kesê qane bikin. Em ê ser bikevin.”