Bûldan: Em ê Agiriyê ji qeyûmên dagirkeriyê paqij bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan piştî serdana Bazîdê derbasî navenda Agiriyê bû û bi gel re civîn li dar xist. Buldan got: “Em ê li Agiriyê çar û çar bi dest bixin. Dema we dengê xwe bikar anî birêz Ocalan bifikirin.”

Xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê ya heyeta HDP’ê ku ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenteran pêk tê li herêma Serhedê didome. Buldan û heyeta pê re piştî serdana Bazîdê, derbasî navenda Agiriyê bûn. Li Salona Dawetê ya Şaredariyê civîna gel hat lidarxistin.

SIRRI SAKIK: SERÊ ME BILIND E

Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ewilî di hevdîtina bi gel re axivî û got: “Em ê bixivin û siyasetê bikin. Her çiqas qeyûm tayînî ser vîna we kirin jî lê serê me bilind e û em li hemberê gelê Agiriyê ne.”

‘DEMA WE DENG BIKAR ANÎ BIRÊZ OCALAN BIFIKIRIN’

Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: “Agirî bajarê êş û xeman e. Gelê Agiriyê tu demê li hember zilimkaran serî netewand û çong danenî. Gelê Agiriyê wek her demê wê hesabê hemû neheqî û heqareta li ser nirxê bipirse. Dibe ku qeyûmê Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî wek betonekê bibîne. Lê gelê Kurd wê tu carî Ehmedê Xanî ne ji hiş û ne jî ji dilê xwe de derbixe. Em carek din soz didin, em ê qeyûman ji van deran paqij bikin û carek din peykerê Ehmedê Xanî li qadên Bazîd û Agiriyê biçikînin. Yên ku pêvajoya çareseriyê xelas kirin, ewil li Agiriyê dest bi provokasyonan kirin. Em ê li Agiriyê çar û çar bi dest bixin. Em ê bi 200 wekîlan biçin parlamentoyê. Dema hûn çûn ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin, birêz Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê li ber xwe dide bînin hişê xwe.”

Piştî axaftinan heyete bi gel re govend gerand û ji bo hin hevdîtinên din derbasî avahiya HDP’ê ya Agiriyê bûn.

BULDAN Û HEYETA XWE SIBÊ LI WANÊ NE

Pervîn Buldan û heyeta li gel wê dê piştî ziyaretên li Agiriyê, dê ji bo xebatên hilbijartinê derbasî Wanê bibin. Rêxistina HDP’a Wanê bang li gel kir ku sibê beşdarî civîna hevseroka wan Buldan bibin.