Buldan: Divê em demildest biçin giravê

Buldan: Divê em demildest biçin giravê

Wekîla serokê koma BDP’ê Pervîn Buldan  da zanîn ku biryara KCK’ê ya rawestandina vekişîna gerîlayan nayê wateya ku ev pêvajo bi dawî bûye û wiha got: “Divê em demildest biçin giravê.”

Wekîla serokê koma BDP’ê Pervîn Buldan der barê biryara rawestandina vekişîna gerîlayan a KCK’ê de ji rojnameya Radîkalê re axivî û wiha pêde çû: “Ev bi dawîbûna pêvajoyê nîşan nade. Ji xwe ew jî di daxuyaniya xwe de vê dibêjin. Dibêji agirbest didome. Pêvajo didome. Ev hem tê wateya domandina agirbestê û hem jî tê wateya domandina pêvajoyê.

Buldan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ev peyameke KCK’ê ya bo hikûmetê ye û wiha pê de çû: “Ev peyamek bû. Hikûmet divê demildest daxuyaniyekê bide. Divê pakêta demokratîkbûnê demildest bigire rojevê û pêngavên şênber bavêje.

Buldan da zanînk u jib o hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirine û divê demildest biçin giravê û ji bo serlêdankirine, li bende agahiyê ne.