Bûldan: Di 24’ê Hezîranê de ew ê mazlûm û zalim werin hemberî hev

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got “Di 24’ê Hezîranê de ew ê mazlûm û zalim diyar bibin. 24’ê Hezîranê ew ê ji bo me bibe dîroka hêvî û serfiraziyê.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mêrdînê bû. Bûldan tevlî civîna bi gel re ya li Qoserê bû û got, “Li Mêrdînê Suryan, Asûr, Kurd, Tirk û Ereb bi hev re dijîn. Mêrdîn wekî HDP’ê ye. Mêrdîn rengê HDP’ê ye.”

WÊ ROJEKE DÎROKÎ BE

Bûldan diyar kir ku ew ê 24’ê Hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê rojeke dîrokî be û got, “Wê rojê ew ê zilm û zordariya li ser me bi dawî bibe. Di  24’ê Hezîranê de ew ê zalim û mazlûm werin hemberî hev û ew ê kesên mazlûm bi ser bikevin. Di 24’ê Hezîranê de ew ê ev zilm bi dawî bibe.

AKP 16 sal in zilm li Kurd, Tirk, Ereb û Siryanan kir. Zimanê me hate qedexekirin lê me tu carî li hemberî wan stûyê xwe xwar nekir. Me her tim li ber xwe da.

‘HÊZA TU KESÎ NIKARE BI GELÊ KURD’

Berê em înkar dikirin, niha jî heman tiştî dikin. AKP a ku Kurdan înkar dike, ew ê tu tiştekî nikaribe bide dahatûya vî gelî. Çi hewce be, em ê bi xwe bi dest bixin. Ew ê hêza tu kesî nikaribe bi gelê Kurd. Tu kes ew ê nikarina zimanê gelê Kurd qedexe bike.

Partiya me ji bo pêşeroj, aşitî û azadiyê têdikoşe. Li vê erdnîgariyê êşên hatîn jiyîn bedelên hatine dayîn heddê hesabê wê tuneye. Girêdanbûna we ya bi Mehmet Sîncaran, Mûsa Anteran em dizanin. Gelê Mêrdîn û gele Qoserê divê biryara xwe baş bide, destê xwe deynin li ser wijdana xwe. Em dizanin, em ji we bawer in; di 24’ê Hezîranê de wê gelê Mêrdînê ji bo zarok û ciwanên xwe denge xwe bidin HDP’ê.

‘JI BO PÊŞEROJÊ DENGÊ XWE BIDIN HDP Û DEMÎRTAŞ’

Îro kesên vî welatî bi rê ve dibin, doza Kurdan înkar dikin. Êşên vî gelî nedîtin. Êşên vî gelî di nava dile xwe de hîs nekirin. Ji bo vê jî divê em yekîtiya gele Kurd ava bikin û 24’ê Hezîranê ji bo me dîroka serketin û hêviyê ye.

Tenê HDP nîne, di heman demê de namzetê me yê serokkomariyê heye. Selahattîn Demîrtaş wê aramî, azadî, demokratî û edaletê bîne vî welatî. Ji bo vê jî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, ji bo edaletê dengek ji bo Demîrtaş dengek ji bo HDP’ê.

Namzetên Mêrdînê destpêkê em emanetî Xwedê û piştre wmanetî we dikin. Ez bawer im wê gelê Mêrdînê 6 namzetên HDP’ê bişînin meclîsê.”