Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî vekirina buroyên hilbijartinê û şûnde li Wanê tevlî xwarina fitarê ya ji aliyê malbatên kesên wan hatine windakirin ve hate dayîn bû.
Bûldan li vir axivî û got: “Ez êş û jana hûn dikişînin baş dizanim. Kurdan di tevahiya dîrokê de li ser vê xakê êşên mezin kişandine û berdêl dane. Bi sedê salan e, ziman, çand, nasname û dîroka Kurdan tê înkarkirin. Îro heman tişt tê kirin.”
Bûldan bersiva Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ‘Pirsgirêka Kurd nîne’ da û got: “Pirsgirêka Kurd a vî welatî pirsgirêka nasnameya Kurd e. Pirsgirêka Kurd a vî welatî pirsgirêka zimanê Kurdiye, pirsgirêka siyasî ya Kurd e. Hûnê zimanê Kurdî înkar bikin, nasname înkar bikin, parlementerên Kurd bigirin, hevşaredarên wan ji erkê bigirin. Hûn dikarin mirovên me di qetlîaman re derbas bikin, lê hûn bêjin pirsgirêka Kurd a vî welatî nîne. Ne Kurd û ne jî em vê dipejirînin. Dayikên me yên li vir napejirînin. Ciwanên me û gelê Wanê vê napejirînin.
Bûldan destnîşan kir ku ji vê saetê û şûnde li dijî desthilat ku dibêj; ‘Pirsgirêka Kurd nîne’ divê Kurd yekîtî û hevgirtina xwe pêk bîne û wiha pêde çû: “Gelê Kurd, bi taybet di hilbijartina 24’ê Hezîranê de divê li dijî hikûmeta AKP’ê, li dijî hişmendiya Erdogan, neçare erk û berpirsyartiyên xwe bîne cih.
Bûldan diyar kir ku dersa herî girîng divê wê li ser sindoqan bê dayîn û got: “Gelê wanê wê bi awayekî herî baş bike û wê bîne cih. Ji niha de spasiya we tevan dikim, dest û keda we sax be.”