Bûlbûl: Komkujiya Maraşê sucekî li dijî mirovahiyê hatiye kirine

Bûlbûl: Komkujiya Maraşê sucekî li dijî mirovahiyê hatiye kirine

Bîranîna 35. Salvegera Komkujiya Maraşê li rexmê qedexeya Walî û astengkirina girseyê a ketina bajêr hat pêk anîn. Di bîranînê de Serokê Giştî Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal Kemal Bûlbûl ku axivî, astengîyên pêş bîranînê şermezar kirin û wiha got: “Komkujiya Maraşê sûcekî li hemberî mirovahiyê hatiye kirine. Yekem berpirsê vî sûcî dewlete. Dewlet îro girêdayî komkujiyê ji bo sucê xwe veşêre destor nade bîranînê. Lê em weke saziyên Elewî ne 35 sal 335 sal jî derbaz be dîsan emê werîn Maraşê.” Komkujiya Maraşê li Riha û Mêrsînê bi meş û daxuyaniya çapemeniyê hate şermezar kirin.

Bi boneya 35. Salvegera komkujiya Maraşê ku li ser bangewaziya Federasyona Elewî Bektaşê ku dixwest çalekiya bîranînê di nava Cemevî a li Taxa Yorûk Selîm a Maraşê pêk bînin de, Wezîrê karên hindir bi hinceta nîşandana genelgeyê xest asteng bike. Cenderme û polîsên ku bajêr xistin dibin dorpêçê de ne hiştin ku girse bikeve Maraşê.

Li ser vê yekê girse jî li noqteya cenderme û polîsan dest bi rawestandinê kirin. Dîsan di nava bajêr de hemû rêyên ku diçûne Taxa Yorûk Selîm ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Hemû saziyên li Maraşê ji aliyê polîsan ve ewlehiyekî mezin li pêş hate girtin û helîkopterên polîsan li ser mereşê de firiyan.

Li rexmê dorpêça cenderme û polîsan bi sedan kesên ku li Taxa Yorûk Selîm karîn xwe bigehînin Komeleya Çanda Erenan û ji bo çalekiya bîranînê hatin gel hev. Gelê ku li vir li rasta astengiya polîsan hatin li gel anosa polîsan a weke “bi meşa xwe jî hûn suc dikin” jî girse berbi cemevî ve ketin meşê.  

Di meşê de Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal Kemal Bûlbûl, Serokê Giştî yê Komeleyê Çanda Elewiyan Dogan Demir, Serokê Gitşî yê Wexfa Çanda Andadolu a Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez, HDP, BDP, CHP û gelek nûnerên STK’ê tevil bûn.

Di meşê de komê bi vekirina pankarta wêneyê komkujiya Maraşê a “Komkujiya Maraşê 1978 Maraş” û bi şêweyekî bêdeng li gel şopandina polîsan hatin cemevî. Li vir jî komê deqeyek rêzgirtin pêk anîn.

Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal Kemal Bûlbûl axaftinek kir. Bûlbûl di axaftina xwe de bal kişande ser dorpêça polîsan û astengiya li pêş çalekiya bîranînê a 35 salvegera komkujiya Maraşê şermezar kir.

LI RIHAYÊ MEŞA PROTESYOYÊ
Li Rihayê pêkhateyên Platforma Kem û Demokrasiyê li gel 36 rêxistinên civakî yên sivîl bi meşa ku ji Meydana Topçû heya Navenda kar a Ahmet Bahçivan pêk anîn, komkujiya maraşê di salvegera wê de proteso kirin.

Pêkhateya platformê ku BDP’ê jî piştgirî kir bi sedan endamên STK’ê pêş meşê li Meydana Topçû hatin gel hev. Di meşê de dovîzên weke “Maraşê ji bîr neke û nede ji bîr kirin”, “Aloooo Wan di cemide”, “Wan ne bê xwediye” hatin hilgirtin. Girseyê ku li ser hev dirûşmeyên weke “kujer wê hesab bidin”, “Bijî biratiya gelan” û “Gel aştiyê dixwaze” qêr kirin û di tevaya meşê de bi mafagonê li ser “oparasyona nelirêtî” a li Stenbolê agahî hatin dayîn.

LI MÊRSÎNÊ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

Li Mêrsînê jî Platforma Demokrasî û Kedê jî li pêş Bînaya Taş daxuyaniyekî çapemeniyê a bi girseyî pêk anîn. Alikarê Hevserokê Giştî yê BDP’ê Yûksel Mutlu ku beşdarî çalekiyê bibon pankarta weke “Em hesaba komkujiya Maraşê di pirsîn, me ji bîr nekir û nadin jî bîr kirin jî.”