BI DÎMEN

Bombevanê zindî: Em ji deriyê sînor ê ji bo DAIŞ'ê hatibû vekirin derbasî Sûriyeyê bûn

Mahmût Gazî Tatar, endamekî DAIŞ'ê yê ji Semsûrê ye. Di meha Hezîranê de, di operasyona YPG'ê ya li Girê Spî de hat girtin û niha li Rojava girtî ye.

Mahmût Gazî Tatar, endamekî DAIŞ'ê yê ji Semsûrê ye. Di meha Hezîranê de, di operasyona YPG'ê ya li Girê Spî de hat girtin û niha li Rojava girtî ye.

Navê Mahmût Gazî Tatar di nava lîsteya 'bombeyên zindî' ya ji 21 kesan ku li Tirkiyeyê li wan tê gerîn, heye. Di îfadeya xwe de ji xwe dibêje, 'me berê xwe dabû mirinê'. Aşkera dike ku li Semsûrê çawa DAIŞ nas kir, DAIŞ li herêmê çawa endaman peyda dike, kî ew şandiye Sûriyeyê.

Ajanasa Nûçeyan a Firatê (ANF) di destpêkê de çû Semsûrê û bi malbata Mahmût Gazî Tatar re hevdîtin kir. Hevdîtina bi malbata wî re duh di ajansa me de hatibû weşandin. Malbata Tatar diyar kiribû ku zarokê wan bi rêya AFAD'ê tevlî DAIŞ'ê bûye.

Nûçegihanên ANF'ê yên li Rojava jî, li girtîgeha ku Mahmût Gazî Tatar lê tê ragirtin, pê re hevdîtin kir.

Mahmût Gazî Tatar diyar kir ku ew ji Semsûrê çûye Dîlokê, ji wir jî bi alîkariya taksîvanekî derbasî Sûriyeyê bûye.

Tatar da xuyakirin ku di vê rêwîtiya wî de leşkerên Tirk bi ti awayî dest nedaye wî û di 'rêya ji bo DAIŞ'ê hatibû vekirin' de derbas bûye.

Mahmût Gazî Tatar ê di sala 1991'ê de li Semsûrê jid ayik bû, dema li Zanîngeha Semsûrê di beşa teknolojiyê de dixwend, li kampên AFAD'ê dest bi kar kir. Û jiyana wî li wir guherî.

Mahmût Gazî Tatar ji kamerayên ANF'ê re axivî.

'DI KAMPA AFAD'Ê DE MIN DAIŞ NAS KIR'

Min li kampa penaberan a AFAD'ê DAIŞ nas kir. Piştî ku min li vê kampê dest bi xebatê kir, min kesekî bi navê Ahmet Korkmaz nas kir. Şexsekî ku ji bo danasînê xwe nêzî min kir, şîret li min kir. Ahmet Korkmaz li şîrketa xwarinê ya kampê dixebitî.

Bi demê re kar giran bû û gotinên Ahmet Korkmaz jî êdî guherîn. Karên me yên li kampa penaberan qediya bû. Demeke dirêj min Ahmet Korkmaz nedît. Dûre li sûkê li Ahmet Korkmaz rast hatim. Nûmara min a telefonê girt û got, 'em hev bibînin'.

'ME LI OCAXA ÇAY HEV DU DÎT'

Ahmet Kokrmaz navê ocaxa çay da min û got, 'were em li vir hev du bibînin'. Ev ocaxa çay li pişt meydana heykel, li pişt mizgeftê ye. Carek du caran min kesekî bi navê Îbrahîm li wir dîtibû. Ahmet Korkmaz di van hevdîtinên me de kar giran kir. Got, 'tu bixwazî were vê derê, ola xwe baştir hîn bibe'.

Piştî vê hevdîtinê ez çûm mala ahmet Korkmaz. Mala Ahmet Korkmaz nêzî taxa mezarlik bû, daîreyek bû. Ahmet Kormaz zewiciye û du zarokên wî yên bi navê Mûrat û Ayşe hebû. Bi çûn û hatina mala wî, bi dewamkirina hevdîtinan re kar giran bû. Êdî bi awayekî vekirî behsa 'cîhadê' kir.

Di demên destpêkê de qet mijar DAIŞ'ê tinebû. Bi giranî behsa cîhadê dikir. Piştî ku bûyerên Kobanê qediya, dest bi bilêvkirina DAIŞ'ê kir û gotinên wî yên ji bo 'tevlîbûna cîhanêd' zêde bûn.

'LI MALA AHMET KORKMAZ 5 MEHAN ME PERWERDE DÎT'

Bi Ahmet Korkmaz re piştre me li mescîtê hevdîtin dikir, diaxivîn. Li ser ol bi kesî re nîqaş nedikir. Bi giranî xwarin belav dikir. Min jî piştî van hevdîtinan dest bi nimêjê kir. Rastiya rewşê, piştî kampê derket holê.

Piştî karê kampê bi Yûsûf, Îbrahîm, Mûstafa û bi Heymen re em çûn mala Ahmet Korkmaz. Li vê derê Ahmet Korkmaz 'pirtûka aqîde' da me û got, 'em ê li ser vê pirtûkê perwerdeyê bibînin'. Bi giranî êvarê saet der dora 07:30-08:00 de em diçûn bi qasî saet û nîvekê me perwerde didît, çaya xwe vedixwar. Ev perwerde heftê rojekê dihat kirin. Li mala Ahmet Korkmaz em bi giştî 6 kes bûn û ev perwerde pênc mehan dewam kir.

Ji bilî perwerdeyê min li vîdeoyên DAIŞ'ê temaşe kir. Tevî perwerdeya îdeolojîk, ji aliyê ruhî ve jî me xwe ji bo şer amade dikir.

AHMET KORKMAZ JI HOLÊ WINDA BÛ

Di vê navberê de Ahmet Korkmaz got ku biryara lêgerîna li wî derketiye û ji holê winda bû. Kesekî bi navê Îbrahîm ku paşnavê wî nizanim li min geriya û got, 'were ocax çay, em hev bibînin'. Çend caran çûbûm vê ocaxa çay. Çûm ocaxa çay û bi Îbrahîm re axivîm. Ji min re got, 'biryara lêgerînê der heqê Kekê Ahmet de derketiye' û rewşa wî vegot.

Piştre careke din min Îbrahîm dît. Îbrahîm ji min re got, Ahmet Korkmaz dibêje 'eger dixwazin dikarin werin Sûriyeyê. Li vir şer nîne. Ne weke ku di televîzyonê de tê dîtin e. Wê were mehekê nobedê bigire. Dûre li gorî wî, karek jê re bê dayîn."

Îbrahîm rewş ji min re got, û got, 'tu bixwaze dikarî biçe'. Min jî got temam û min qebûl kir. Haya malbata min jê tinebû ku ez bi kesên mîna van re di nava têkiliyê de me. Eger zanîbûna ez ê tevlî DAIŞ'ê bibim, nedihiştin û wê min li malê kilît bikira. 

Piştî min got erê, Îbrahîm rê ji min re got.

Piştî hevdîtina bi Îbrahîm re çûm malê, min walîzê xwe amade kir û min xwe li înşaeteke du sê qatî ya li nêzî mala me veşart. Min ji dê û bavê xwe re got 'destê min diwerime ez ê sibe biçim nexweşxaneyê, min hişyar bikin'. Min telefona xwe eyar kiribû. Saet di 04:30-05:00 de lê da. Bêyî ku kesî hişyar bikim, min nimêja xwe kir, rahişt walîzê xwe û derketim. Çûm Dîlokê, ji wir jî derbasî Kîlîsê bûm.

RAWESTGEHA DÎLOK-KÎLÎSÊ JI DAIŞ'Ê RE DIXEBITE!

Îbrahîm bi berfirehî rê ji min re vegot. Li gorî vê vegotinê çûm Dîlokê. Ji wir derbasî Kîlîsê bûm. Li kêleka rawestgeha Kîlîsê rawestgeheke taksî hebû. Li gorî vegotina Îbrahîm ez çûm cem taksîvanekî û min jê re got, 'Ez ê derbasî Sûriyeyê bibim, qaçaxçiyek ji min re lazim e'. Taksîvan bi awayekî sar nêzî min bû. Lê dûre bi hin kesan re bi telefonê axivî.

Taksîvan li yekî ji Sûriyeyê geriya bû. Hat, ez bi xwe re bir. Du sê rojan ez li cihekî biçûk ê malekê mam. Li wê malê 17 kes hebûn, ji bo tevlî DAIŞ'ê bibin hatibûn. Di nava van de 2 Kurd hebûn, yên din Tirk bûn. Ez nizanim kî bûn. Ji ber ku hemû mirovên sivîl bûn û pirs nedihat pirsîn. Ev her du kes bi Kurdî diaxivîn. Bi şev em birin rêya li jorê deriyê sînor ê Cerablûsê.

DEMA EM JI SÎNOR DERBAS BÛN, LEŞKERAN DEST NEDAN ME

Rêya ji aliyê qaçaxçiyan ve hatibû vekirin hebû. Rêya li aliyê jor rêya sivîl derbas dibûn, ya li aliyê jêr jî ji bo kesên tevlî DAIŞ'ê bibin tê re derbas bibe, dihat bikaranîn. Ev der gelekî Nêzî leşkerên Tirk bû, lê kesî tiştek bi me nekir, kesî dest neda me. Di vê rêya ji bo DAIŞ'ê hatibû vekirin re em derbasî nava xaka Sûriyeyê bûn. Li nava Sûriyeyê Tirkekî bi navê Ebûbekîr em pêşwazî kir. Em bir gundekî yek du kîlometre dûr.

Dûre Ebû Talha hat. Piştî ku hinekî bi me re axivî, em ji wir girt û bir El Bap. Em hefteyekê li El Bap man. Ji vê derê jî, ji bo perwerdeya leşkerî em birin Maskere. Perwerdeya me ya leşkerî 2 meh û 10 rojan dewam kir.

'EM JI BO MIRINÊ AMADE DIKIRIN'

Piştî bidawîbûna perwerdeya leşkerî ji bo bîatê em anîn Tabkayê. Piştî ku li Tabkayê bîat kirin, ji me pirsîn ku dixwazin biçin ku derê. Cihê ku min herî zêde dixwest, li Sûriyeyê Heleb, li Iraqê jî Anbar bû.

Hem di perwerdeyê de hem jî di propaganda îdeolojîk de em ji bo mirinê û kuştinê amade dikirin.

Du roj berî bidawîbûna perwerdeyê Ebû Talha ji me re got ku YPG nêzî Silûkê bûye. Hîn bûm ku şerê bi YPG'ê re hînê dewam dike. Ebû Talha perwerdeya leşkerî da me û bi eslê xwe ji Dîlokê ye.

Perwerdeya îdeolojîk jî li ser 'Aqîde' ji aliyê Ebû Mûsa ve hat dayîn.

YPG'ê Silûk bi temamî xistibû bin kontrola xwe. Piştî rojekê gotin ku wê ji Til Ebyadê xwe vekişînin Reqqayê.

YPG'Ê RÊ HEMÛ GIRTIBÛ, ME GOT EM Ê BI PEYATÎ DERBAS BIBIN!

Em jî ketin ser rê. Lê belê em hîn bûn ku YPG rê hemû kontrol dike. Dûre em birin gundekî ku Ensarên Sûriyeyî lê ne. Em ji wesayîtê peya bûn û me got dibe ku em karibin bi peyatî derbas bibin. Lê belê wesayaît yek bi yek çûn. Di wesayîta ez ê lê siwar bibûma, cih nema. Her kes lê siwar bû û xwe xilas kirin. Lê ez û 11 Ensar mabûn. Ez biyanî bûm, yên din Ensarên li Sûriyeyê tevlî DAIŞ'ê bûbûn.

Em ê di şeva êvarê de bi meşê derbas bibûna. Saet di 07:00 de reşahî ket erdê. Me dest bi meşê kirin. Em nû ji gund derketin, balafiran sê roket avêtin me. Ji kesên bi min re 6 kes mirin, yek jî birîndar bû. 4 jî qet nesekinîn û reviyan. Ya rast, di jiyana xwe de ez ti carî ewqasî netirsiyam.

Ez vegeriyam. Lê belê çek û cebilxaneyên li ser min, barê min giran kiribû. Ez vegeriyam gundê jê bi rê ketim û min xwe li cihekî heywanan veşart. Li vir min kincên leşkerî ji xwe kir û avêt. Min eşofmanekî li ser ben raxistî, li xwe kir.

VEGERIYAM TIL EBYAD Û...

Danê sibehê şêniyên gund hatibû. Ez jî derketim derve, min li derdorê nihêrî û dît ku YPG'ê rê girtiye. Rêyeke ez biçim nîne. Hêviya min nema. Ez ber bi Til Ebyad ve meşiyam. Min got, eger ez teslîmî YPG'ê bibim, dibe ku ji bo bijîm firsendekê bidin min.

Ber bi Til Ebyadê ve meşiyam. Li aliyê jor, tankeke YPG'ê hebû. Dema min dît, hat ez teslîm girtin.

Dema em ji Til Ebyadê derketin, li nava bajêr gelek şervanên DAIŞ'ê hebûn. Ez nizanim ev bi ku ve çû ne, çûne aliyê Tirk an na, nizanim. Lê belê derbasbûna ewqas şervanan ji bo Reqayê zehetm e. Tevî ku me lezand jî, me xwe negihand Reqqayê.

DI KETIN Û DERKETINA TIRKIYEYÊ DE PIRSGIRÊK NÎNE, BAZIRGANIYA PETROLÊ HEYE

Di ketin û derketina Tirkiyeyê de ti pirsgirêk nîne. Hevalên me bi hêsanî diçûn Tirkiyeyê û vedigeriyan.

Ji aliyê bazirganiyê ve di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de peymanên petrolê hene. Bazirganiya vê bi awayekî vekirî dikin.

DAIŞ WINDAHIYÊN XWE VEDIŞÊRE

Şervan agahiya wan ji encamên şer çênabe. Ji aliyê psîkolojîk ve naxwazin şervanên xwe bitirsînin. Hejmara şervanên xwe yên di şer de dimirin, aşkera nakin.

Dema balafir lê didin vê dibêjin, 'eger balafir hebin, li ser wan jî rebê me heye'. Bi vî rengî hewl didin moralê bidin.

JI BER KU TEVLÎ DAIŞ'Ê BÛME POŞMAN IM!

Ji ber ku tevlî DAIŞ'ê bûme poşmanim. Jiyana min herimî. Ez nizanim ji niha û pê ve wê jiyana min çawa be. Eger li vir bimînim, dîlgirtî me.

MIN DI NAVA YPG'Ê DE DILREHMÎ DÎT

Dema hatim girtin min got ku wê YPG bi îşkenceyê min bikuje. Li benda tiştekî bi vî rengî bûm. Tişta ku ez lê rast hatim dilrehmî bû.

Dixwazim vî tiştî ji ciwanan re bêjim; dema we dest bi tiştekî kirin, baş bifikirin, baş hesap bikin. Başe cennet û cehenem heye, lê belê bidestxistina cenet û cehenemê bi kuştina mirovan nabe. Hişê xwe bînin serê xwe.

...