Boksor Ozen: AKP min hedef nîşan dide
Boksorê Kurd Ozen diyar kir, ji ber sedema ku AKP’ê ew hedef nîşan daye, êrîşeke fizîkî bi ser malbata wî de anîne.
Boksorê Kurd Ozen diyar kir, ji ber sedema ku AKP’ê ew hedef nîşan daye, êrîşeke fizîkî bi ser malbata wî de anîne.
Boksorê serketî yê Kurd Ismaîl Ozen îro bi daxuyaniye nivîskî diyar kir, ne rast e ku ew tevlî bûyereke tundiyê bûye.
Ozen wiha got, "Nûçeya ku sedem û encaman ji hev qut dike û dide rê li ber fêhmkirineke şaş vedike. Rastiya bûyerê wiha ye; nîjatperestên Tirk ên AKP’yî êrîş bi ser xwarziyê min de anîn. Li gel ku hêla êrîşkar ne em in û êrîş bi ser me de anîne jî, ew nêzîkatiye ku me weke hêla êrîşkar nîşan didin rastiyê nabêjin. Ji ber ku êrîşan di daxuyaniyên xwe bi xwe de jî, xwe didin dest ku plan berê amade kiribûn."