Biryareke hilbijartinê: Qedexeya alkolê!
Biryara Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) a têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Biryara Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) a têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Li gorî biryara YSK’ê ev partî dikarin têkevin hilbijartinê: AKP, BTP, BBP, CHP, DP, HDP, HUDAPAR, ÎYÎP, MHP, SP, VP.
QEDEXEYA ALKOLÊ
Ji bo hilbijartineke ewle ew ê ‘qedexeya alkol, çek û weşanê’ were pêkanîn.
Li gorî vê biryarê di 24’ê Hezîranê de roja Yekşemê ji saet 06.00’an heta 24.00’an ew ê qedexe be ku alkol were firotin û vexwarin.
Di vê çarçoveyê de ew ê tu kes nikaribe çekê bi xwe re bigerîne. Bi hinceta hilbijartinê ew ê qehwexane, qiraatxane û hemû kafeyên înternetê girtî bin.
Li cihên kêfê ew ê bi tenê xwarin were dayîn. Bi şertê ku li gorî rêzikên li jor were tevgerîn piştî saet 18.00’an dawet dikare were kirin.
Heta saet 18.00’an ew ê qedexe be ku hemû radyo û tv têkildarî hilbijartinê şîroveyan bikin û encaman texmîn bikin.
Hemû weşan ew ê piştî saet 21.00’an serbest be. Lê heke YSK pêwistiyê pê bibîne ew ê karibe biryarê bide ku hemû weşan beriya saet 21.00’an serbest were hiştin.