Biryara domdirêjkirinê ya desteserkirina şaredariyan
Dewleta Tirk ku biryar dayî bi rengekî sîstematîk qedexeyan domdirêj bike vê carê jî li ser hevşaredarên Cizîrê û Hezexê û endamên meclîsê biryara 'ji peywirê dûrxistinê' domdirêj kir.
Dewleta Tirk ku biryar dayî bi rengekî sîstematîk qedexeyan domdirêj bike vê carê jî li ser hevşaredarên Cizîrê û Hezexê û endamên meclîsê biryara 'ji peywirê dûrxistinê' domdirêj kir.
Wezareta Navxwe ya Tirk par Cotmeh û Mijdarê dest li ser şaredariya Cizîrê û Hezexê ya Şirnexê danîbû û qeyûm anîbûn şûna hevşaredaran.
Midûrtiya Giştî ya Rêveberiya Bajaran a bi ser Wezareta Tirk ve bi nivîsekê ya ku ji herdu şarederiyan re şandî ragihand ku biryara derbarê hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig û Hevşaredara Hezexê Songul Erdem de du mehên dî domdirêj kiriye.
Eynî biryar ji bo endamê Meclîsa Giştî ya HDP'ê Alî Akdenîz û endama Melcîsa Şaredariyê ya HDP'ê Fehîma Sarûhan jî hate standin.