Bîrtane: Em ê niha ya nepêkan e bi ser bixînin
Parlamentera berê ya Qersê ya HDP'ê Mulkiye Bîrtane li bajarê Ishøj ê Danîmarkayê tevlî civîna gel bû û got, "Me ya zehmet bi ser xist. Em ê niha jî ya nepêkan bi ser bixînin."
Parlamentera berê ya Qersê ya HDP'ê Mulkiye Bîrtane li bajarê Ishøj ê Danîmarkayê tevlî civîna gel bû û got, "Me ya zehmet bi ser xist. Em ê niha jî ya nepêkan bi ser bixînin."
Parlamentera berê ya Qersê ya HDP'ê Mulkiye Bîrtane li bajarê Ishøj ê Danîmarkayê tevlî civîna gel bû.
Bîrtanê diyar kir, HDP li dijî zîhniyeta serdest a tekparêziyê, ji bo azadiya gel siyasetê dike, lewma hatiye cezakirin. Bîrtanê da xuyakirin, ku li dijî zextên rejîma AKP/Qesrê wzîfe dikeve ser milê her kesî û anî ziman, li dijî zilma Erdogan a bêsînor, lazim e her kes li gorî hêza xwe bi rengekî topyekûn li ber xwe bide.
Bîrtane gotin" Kurdino bibin yek, eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek" a Cegerxwîn bibîr xist û destnîşan kir, yekane tişta ew dikarin li dijî zîhniyeta înkarkirina Kurdan û zîhniyeta tekparêz a Erdogan bikin, hevgirtin û yekîtiya Kurdan e. Bîrtane da zanîn, Erdogan hewl dide bi psîkolojiya kerî gelê Tirkiyeyê ji bo şer û şîdetê bi kar bîne, gelekî ku nafikire, napirse bafirîne û bi vî rengî gel dixe nava şerekî navxweyî. Bîrtane da xuyakirin, ku niha li welêt şerekî navxweyî diqewime, lê ev rastî ji gel re nayê vegotin.
BANGA PIŞTGIRIYÊ
Mulkiye Bîrtane bang li Kurdistaniyên li dîasporayê dijîn kir ku li her devera lê ne, komkujiyên li Kurdistanê tên kirin ji raya giştî ya cîhanê re vebêjin û bal kişand ser girîngiya destekkirina kampanya 'xwedîderketina malbatan a li hev'.