Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp di meha Nîsanê de got, "Çûyîna Esad ji bo me ne karekî sereke ye", niha jî bernameya "biçekkirina mûxalîfan" hate betalkirin. Betalkirina vê bernameya DYA, weke surprîzekê nayê dîtin.
Lê belê bi vê gava DYA re, wê rejîma Beşar Esad a ku pişta xwe dispêre Rûsyayê, li hemberî van komên 'nerm' nerm tên qebûlkirin, lê 'nerm'bûna wan cihê nîqaşê ye, bi avantaj bike.
Dîrektorê Navenda Lêkolînê ya Rojhilata Navîn a Zanîngeha Oklohama Joshûa Landîs, der barê qedandina bernameya CIA ya ji bo komên Sûriyeyê axivî û îdîa kir, ku nexistina Esad rê li ber biryareke bi vî rengî vekiriye. Landîs diyar kir, gelek lîderên welatên rojavayî ev yek qebûl kirine.
Ji pisporên Enstîtuya Rojhilata Navîn Charles Lîster jî îdîa kir, ku biryara DYA ya ji bo betalkirina piştgiriya xwe ji bo komên navborî, wê bide sedem ku çeteyên tund ên mîna El Qaîde û DAIŞ xurtir bibe.
PIŞTÎ ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ WÊ BERÊ XWE BIDE VAN KOMAN
Joshûa Landîs bibîr xist, ku piştgiriya DYA ya ji bo QSD'ê ya bi pêşengiya Kurdan li Rojava û Reqayê dewam dike û anî ziman, rejîm jî wê giraniya xwe bide ser herêmên rojhilat ên li dora çemê Firatê. Landîs dibêje, di vî warî de ti astengî li pêşiya Beşar Esad nîne.
Landîs destnîşan kir, ku piştî herêmên rojhilat ên Sûriyeyê bi destê rejîmê ve ketin, wê yekîneyên Esad berê xwe bidin komên ji bilî DAIŞ'ê yên li Îdlib û hin herêmên din.
NATO: BÛ BIZMARÊ DAWÎ KU LI DARBESTA 'KOMÊN NERM' HATE XISTIN
Herî dawî, di nirxandineke pisporên NATO'yê de hat ragihandin ku betalkirina vê piştgiriyê bûye bizmarê dawî yê li darbesta 'komên nerm' ên li dijî rejîmê hatiye xistin.
Tê texmînkirin, ku DYA biryara ji bo betalkirina bernameya biçekirina 'komên mûxalîf' piştî bazara bi Rûsyayê re hatiye dayin.