Bîranîna Gazîyê: Bila tecrîd rabe, Leyla bijî

Ji bo kesên ku di Komkujiya Gaziyê de jiyana xwe ji dest dane bîranînek hate kirin.

Di bîranînê debi sedan kes li cem Malacemê ya taxa Gaizyê hatin cem hev û heta bi qereqola Gaziyê meşiyan. Di meşê de Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî hazir bû.

Li Stenbolê, li Taxa Gaziyê ku piranî Elewî lê dijîn, 22 kesên ku 12'ê Adara 1995'an bi komkujiyê hatibûn kuştin, hatin bibîranîn. 

Li ser navê malbatan Erkan Şîmşek daxuyanî de, helwesta xwe nîşan da û got, ''Kujer çilo ji holê rabûn''.

Şîmşek xwest ji ber sedema komkujiyê Serokwezîrê demê Tansûr Çîller, Wezîrê Karê Navxwe Nahîn Menteşe û berpirsên din werin darizandin.

'JI BO SIBEROJEKE BIRÛMET DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN'

Şîmşek bi berdewamî got tecrîdeke giran li ser welêt heye û domand, ''Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berbelav bûne. Leyla Guven ev 125 roj in di greva birçîbûnê de ye û hatiye ber rewşeke krîtîk. Ya ku li me dikeve ew e ku em ji bo jiyaneke birûmet li ber xwe bidin.''

Girseya ku ber bi goristanê ve meşiyayî bi dirûşman got, ''Bila tecrîd rabe, Leyla bijî''.