'Bîranîna Denîzan rabûna li ber dagirkeriyê ye'

HDP'ê û Federasyona 78'an a Şoreşger Denîz û hevrêyên wî bi bîr anîn û destnîşan kirin ku xwedîderketina li bîranîna wan bi rabûna li ber şer û dagirkeriyê dibe.

HDP'ê û Federasyona 78'an ji pêşengenên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş û hevalên wî di salvegera darvekirina wan de bi peyamekê bi bîr anîn.

Desteya Rêveber a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku beriya 48 salan yek ji kuştinên siyasî yên herî girîng rû da ku ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê rûreşî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sekna bi rûmet û serbilindî ya her sê şitlan a di têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê de, her wiha gotina wan a 'Bijî biratiya gelên Kurd û Tirk' nehatine jibîrkirin. Destneberdana ji têkoşîna ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û azad û jiyaneke wekhev a gelan, xwedîderketina li bîranîna wan e."

Federasyona 78'an a Şoreşger jî diyar kir ku bîranîna Denîzan bi xwedîderketina li aştiyê, bi rabûna li ber zilm û zordariyê, li parastina biratiyê û bi rabûna li ber dagirkeriyê dibe.