Binçavkirina 12 xwendekaran hate şermezar kirin

Binçavkirina 12 xwendekaran hate şermezar kirin

Xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê binçavkirina 12 xwendekaran bi meşekê şermezar kirin û xwestin ku demildest hevalên wan serbest bên berdan.

Xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê binçavkirina 12 xwendekarên di 1'ê çileyê de di serdegirtina malan de hatin binçavkirin bi meşekê şermezar kirin. Di meşa ji Kampusa Umuttepe hate ber derê Tesîsên Civakî ya A de akademîsyen jî amade bûn. Di meşê de pankrata "Zanîngeh ber xwe dide kesên hatin binçavkirin bila serbest bên berdan" hate vekirin û sloganên "Binçavkirin, girtin û zext me têknabin", "Kurdistan dê ji faşîstan re bibe goristan" û "Umuttepe dê ji faşîzmê re bibe gor" hatin qêrîn. Li kampusê gelek hêzên çewîk, TOMA û wesayîtên zirxî hatin bicihkirin.

'EW BÛN DENGÊ GIRTIYAN'

Piştî meşê li ser navê xwendekaran Emre Genç daxuyanî xwend û diyar kir ku, bi bûyerên ODTU'yê serhildana ciwanan li Tirkiyeyê mezinbû û wiha got: "Ji bo hêrsa me ya bi pêl mezin dibe bigirin destpêkê OGB, polîsên bi çop û bombeyên gazê, terora lêpirsînan û faşîstên sivîl ên hatin rêxistin derxistin pêşberî me. Ew yek jî têrê nekir 12 hevalên me di sibeha sala 2013'an de ji aliyê polîsên rûpuş ve di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û 3 rojin di binçavan de ne."

Genç anî ziman ku, xwendekarên hatin binçavkirin rûyê ronî yê nifşê ciwanên nû ne û wiha axivî: "Ew bûn dengê girtiyên li kampusê. Gotin 'Em dê hesaba Roboskiyê û hemû komkujiyan bipirsin' Xwedî li kevneşopiyan berxwendana Denîzan, Mahîran, Îboyan û Mazlûman derketin." Emre xwest ku hemû hevalên wan demildest serbest bên berdan û binçavkirin û girtin têkoşîna wan têknabin.

'AXAFTINA KURDÎ TÊ ASTENGKIRIN'

Cuneyt Aslan jî bi kurdî daxuyanî xwend û diyar kir ku, divê hemû amûrên tundî û zextan ji holê bên rakirin û wiha got: "Hevalên me tenê dixwazin bi reng û zimanê xwe bi azad bijîn. Dema hevalekî me tê binçavkirin polîsan axaftina wî ya kurdî asteng kir. Em vê yekê şermezar dikin. Bila bizanîn ku em ji têkoşîna xwe paş ve gav navêjin."

12 xwendekar hêj di binçavan de tên girtin û çav lê ye ku sibê derbixin edliyeyê.