Bînalî Yildirim wê li Oberhaûsenê were şermezarkirin

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim roja Şemiyê tê Elmanyayê. Ji ber hatina Yildirim, gelek saziyên Kurd û Elman li bajarê Oberhaûsenê xwepêşandaneke mezin a protestoyî di heman rojê de lidar dixin.

Li dijî mîtînga Bînalî  Yildirim a roja Şemiyê ya li bajarê Oberhaûsenê, li ser banga Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke), rêxistina ciwanan a Partiya Çep û Platforma 'NA' ya Ewropayê, xwepêşandaneke girseyî ya protestoyî tê lidarxistin.

Xwepêşandan wê roja Şemiyê saet di 11:00 de li Haûpteîngan ê Oberhaûsenê, bê lidarxistin. Gelek partiyên Elman, Kurd, Tirkiyeyî, rêxistinên civakî yên sivîl û tevger destekê didin vê xwepêşandanê.

Di metna bangawaziyê de hat ragihandin, Bînalî Yildirim nûnerê polîtîkayên zordar ên li Tirkiyeyê û ne ya qebûlkirinê ye ku li Oberhaûsenê propaganda rejîma faşîst bike. Di metnê de hat gotin, AKP ji bo dengê 'erê' ji referandûmê derxîne, tê vî bajarî.

Her wiha hat bibîrxistin, di serî de Erdogan rayedarên dewleta Tirk di her civînê de hestên nîjadperestiyê geş dikin û koçberên ji Tirkiyeyê hatine li ber hev radikin. Di dewama metnê de bal hat kişandin ser zextên giran ên desthilatdariya AKP'ê li mafên mirovan, parêzvanên mafên mirovan û mûxalîfan dike. Di metnê de hat bibîrxistin, parlamenterên HDP'ê hatine girtin, bi rengekî kêfî gef li wan tê xwarin, sendîkavan, akademîsyen û bi deh hezaran wezîfedarên dewletê ji karê xwe bûne. Di daxuyaniyê de işaret bi tesfiyeyên li perwerde û dadgeriyê hat kirin.

Hat destnîşankirin, ku Bînalî Yildirim bi fermana Tayyîp Erdogan ê ku sîstema serokatiyê dixwaze tê Elmanyayê û hat gotin, "Ev yek ne tenê zerarê dide demokrasiya li Tirkiyeyê. Di heman demê de bingehê ji dîktatoriyê re datîne."

Di dawiya metna bangawaziyê de ji her kesî hat xwestin ku li ber dîktatoriya şexsekî ya li Tirkiyeyê û sîstema serokatiyê ya faşîst rabin.