Bild: DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiye û Îranê
Bild: DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiye û Îranê
Bild: DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiye û Îranê
Rojnameya Elman Bild a ku çend roj berê "Rapora DAIŞ'ê" ya ji aliyê MÎT'ê ve hat amadekirin û pêşkêşî hikûmeta AKP'ê hat kirin weşand, îro jî îdîayeke din derxist holê. Rojnameyê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê petrola li parzîngehên di destê xwe de hildiberînin difiroşin Tirkiye û Îranê. Li gorî îdîayeke din a di rojnameyê de cih girt jî, di ser Tirkiyeyê re qaçaxçitiya berhemên dîrokî tê kirin.
Rojnameya Elmanya Bild di nûçeyeke xwe de nivîsand ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Iraq û Sûriye yên di bin destê xwe de petrolê hildiberînin û difiroşin Rojnameyê ragihand ku DAIŞ rojane ji 300 heta 500 varîl petrolê difiroş e û got, "DAIŞ rojane 1,5 heta 2,3 mîlyon Euro pere qezenç dike."
Li gorî rojnameyê, petrola DAIŞ'ê bi tankera di ser bajarê Anbar ê Iraqê ji Urdunê, di ser Herêma Kurdistanê ya Federe ji Îranê, di ser Mûsilê ji Tirkiyeyê re tên firotin. Hat ragihandin ku petrola bûhayê wê yê li bazarê 100 Dolare ji aliyê DAIŞ'ê ve bi 25-60 Dolarî tê firotin. Her wiha hat îdîakirin ku di nava hêzên vê petrolê dikirin de Başûrê Kurdistanê û hin komên li Sûriyeyê jî hene.
Der heqê firotina petrola DAIŞ'ê de pispora DYA'yî Denise Naftili ji rojnameyê re axivî û got, "Karmendên gumrukê yên Kurd ên li ser sînoran jî tevlî vê firotinê dibin." Pisporê Qatarî Luay al-Khateeb jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê berhemên dîrokî yên li Iraqê dîtine, difiroşin Tirkiyeyê.
RAPORA MÎT'Ê YA LI SER DAIŞ'Ê WEŞANDIBÛ!
Rojnameya Bildê pêr di nûçeya xwe ya bi sernavê "Tora DAIŞ'ê ya veşartî ya li Tirkiyeyê" de rapora MÎT'ê ya ji 100 rûpelî ku ji bo hikûmeta AKP'ê amade kiribû, kurtasiya wê weşandibû. Di rapora ku hat gotin edîtorên Bildê dîtine de agahiyên balkêş ên li ser rê û rêbazê peydakirina endaman ji bo DAIŞ'ê, derbasbûna DAIŞ'ê bi awayekî hêsan ji sînorê Tirkiyeyê û "hebûna depoyên çekan ên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê" hatibû dayîn.
Di raora MÎT'ê de ku ji aliyê Bildê ve hat weşandin, van agahiyan bal kişandibûn:
-Ji bo yekîneyên ewlekariyê yên li ser sînor çavê xwe li DAIŞ'ê bigirin, bertîl tê dayîn.
-DAIŞ'iyên tên Dîlokê, her çend ji her alî ve diyar in jî bêyî pasaporta wan bê kontrolkirin, bi telefoneke ji amîran re destûra derbasbûyîna wan tê dayîn.
-Ji bo tedawîkirina endamên DAIŞ'ê yên birîndar li Reyhanliyê nexweşxaneyek hat amadekirin.,
-DAIŞ li Tirkiyeyê di ser gelek hesabên twitter û facebookê xwe birêxistin kiriye.
-Li Enqere, Semsûr, Eskîşehîr, Îzmîr, Konya, Riha û Hatayê gelek depoyên çekan ên DAIŞ'ê hene.