Bîlançoya dawî ya pandemiya Covîd-19
Ji ber pandemiya Covîd-19 ku ev 5 meh in dinê tev têkoşîna wê dike, 260 hezar kes mirine.
Ji ber pandemiya Covîd-19 ku ev 5 meh in dinê tev têkoşîna wê dike, 260 hezar kes mirine.
Her ku diçe li gelemperiya cîhanê ji ber pandemiyê mirov dimirin. Li cîhanê 3 milyon û 755 hezar kes bi şewbê ketine, 260 hezar jî mirine.
Welatê herî ji vê bandor bûye di serî de DYE piştre jî Îtalya, Spanya, Îngîltere û Fransa tê. Li Emerîkaya Latîn 15 hezar kes mirine, li Brezîlyayê jî nêzî 8 hezar kes mirine. Li Brazîlyayê di 24 saetên dawî de 600 kes mirin.
TIRKIYE
Li gorî daneyên duh ên rayedarên Tirk li Tirkiyey 129 hezar û 491 kes bi şewbê ketine, 3 hezar û 520 jî mirine.Derket holê ku desthilata AKP/MHP’ê daneyên şewbê veşartiye û qeydên mirinan guherandiye.
GIRTÎGEH
Li Tirkiyeyê bi Qanûna Înfazê girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin. Li gelek girtîgehan agahiyên binpêkirinên mafan û êrîşî girtiyan tên kirin, tên girtin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Konya Seydîşehîrê 6 girtiyan ji ber êrşkence û zextan bi rêya malbatên xwe ragihandin ku dest bi rojiya mirinê kiriye. Ji girtiyan Yilmaz Ûçar got: “Em êdî vê zilmê qebûl nakin û dest bi rojiya mirinê dikin.”
KAMPANYAYA XWIŞK Û BIRA YA HDP’Ê
Kampanyaya Xwişk û Bira ya HDP’ê ku di demê şewba koronayê de dayî destpêkirin dewam dike. Hevseroka HDP’ê ya Osmaniyeyê Kadirye Toren diyar kir ku di çarçoveya Kampanyaya Xwişk û Bira ya têkoşîna bi pandemiyê re heta niha piştevanî bi 104 malbatan re kiriye.
BÎLANÇOYA KORONAYÊ YA LI HINEK WELATÊN CÎHANÊ
DYE: 1 milyon 238 hezar û 83 kes bi şewtê ketine, 72 hezar û 285 kes jî mirine.
ÎTALYA: 213 hezar û 13 kes bi şewbê ketine, 29 hezar û 315 kes jî mirin. Nêzî 100 hezar j îtên dermankirin.
SPANYA: 253 hezar û 682 kes bi şewbê ketine, 25 hezar û 857 kes jî mirin.
FRANSA: 170 hezar û 551 kes bi şewbê ketine, 25 hezar û 531 kes mirine. Nêzî 90 hezar jî tên dermankirin.
ÎNGÎLTERE: 194 hezar û 990 kes bi şewbê ketine, 29 hezar û 427 kes mirin. 165 hezar zêdetir jî tên dermankirin.
ELMANYA: 167 hezar û 7 kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 993 kes jî mirin.
HOLLANDA: 41 hezar û 319 kes bi şewbê ketine, 5 hezar û 204 kes mirin.
BELÇÎKA: 50 hezar û 781 kes bi şewbê ketine, 8 hezar û 339 kes mirine.
SWÎSRE: 30 hezar û 60 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 795 kes mirin.
ÎRAN: 101 hezar û 650 kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 418 kes mirine.
RÛSYA: 165 hezar û 929 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 537 kes jî mirine.