Bîlançoya binçavkirin û girtinê zêde dibe
Hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî de tên binçavkirin û girtin, roj bi roj zêde dibe.
Hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî de tên binçavkirin û girtin, roj bi roj zêde dibe.
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP-DBP'ê dewam dikin. Li Mersînê, tevî Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû 100 kes hatin binçavkirin. Hevşaredar Fazil Turk jî di nav de, têkildarî 46 kesan biryara binçavkirinê heye.
BIRYARA BINÇAVKIRINÊ JI PARÊZERAN TÊ VEŞARTIN
Têkildarî binçavkirinê agahî nayê dayîn. Her wiha tê gotin, biryara binçavkirinê jî ji parêzeran tê veşartin.
69 kesên heta niha li Mersînê hatine binçavirin, ev in:
Fatma Olmez, Alî Tanriverdî, Gulten Demîr, Aydin Ozdemîr, Sevda Karahan, Fadil Çîtîl, Ayşe Aydogan, Mehtap Sîlî, Alî Atsiz, Mehmet Emîn Şengul, Aysel Sarikaya, Leyla Bakzrak, Feyzûllah Înan, Îbrahîm Çakan, Nazan Dundar, Zozan Çakan, Erdal Sarikaya, Eyup Ercan, Sabrî Aytûg, Şemsettîn Erdemcî, Baran, Fahriye Cengîz, Sadûn Dogan, Fatmagul Demîrtag, Mûstafa Saliş, Selman Gunbat, Şukru Alkanli, Raziye Soner, Sedat Akbay, Salîh Aktî, Kahraman Ogûz, Selahattîn Karakeçîlî, Bedriye Denlî, Mahmût Karabûlût, Çîgdem Goksû, Nûriye Arslan, Baran Vûral, Mûstafa Dîşbûdak, Bahattîn Eksîk, Bahattîn Bektaş, Songul Dîşbûdak, Abdûllah Çapar, Medenî Engîn, Cengîz Macît, Leyla Erdogan, Nîzam Bozkûrt, Ferhat Tarhan, Cuneyt Takûş, Emîne Meral Varololak, Hidir Kiliçtepe, Selîm Ekîcî, Sedat Kalabay, Mûstafa Ozbay, Gulîstan Tûran, Evîn Zapsû, Hidir Yûrtsever, Ebedîn Aktaş, Îbrahîm Cebe, Leyla Akgul, Abdûlkerîm Avcioglû, Mesût yilmaz, Hidir Berk, Omer Serîn, Mehmet Bakrak, Saffet Yildirim, Mehmet Emîn Sûngûr, Nîzamettîn Bozkûrt, Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû.
20 kesên li Tarsûsê hatine binçavkirin ev in:
Hevserokên HDP'ê yên navçeyê Nazim Aslan û Halîme Çîçek Mehmet Aydin, Nafîz Bayrak, Ramazan Paçal, Mûrat Ozturk, Mûhammet Yavûz, Mûzaffer Guzeler, Vedat Kînanç, Ebamuslum Temûr, Azîz Nergîz, Faîk Altûn, Kazim Karakûrt, Sîraç Karadal, Mehmet Tekîn, Ahmet Kizmaz, Giyasettîn Gumuş, Sûltan Erol, Abdûlselam Dayan, Ahmet Akbûdak.
Navê 11 kesên binçavkirî jî hê nayê zanîn.
LI HATAYÊ HERÎ KÊM 40 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Yek ji cihên ku operasyon lê li dijî HDP'ê hat kirin, Hatay e. Li Hatayê zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Erzîn, Kirikhan û Dortyolê polîsan deriyê malan şikandin û li her sê navçeyan zêdeyî 40 rêveber û endamên HDP'ê binçav kirin.
LI MÊRDÎNÊ 7 KES HATIN GIRTIN
Li Mêrdînê jî 7 ji 32 endamên DBP'ê yên berî 24 rojan hatin binçavkirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.
Girtî şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê.